ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Rojnameya Junge Welt, ku li Elmanyayê rojane tê weşandin, di hejmara xwe ya îro de rûpelek bi temamî ji kampanya "Dem hatiye: Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re" ya sendîkayên Îngiliz re veqetand.

ELDH, New World Summit û AIDL jî ragihandin ku ew tevlî kampanya rêxistinên KHRAG û COSATU yên Efrîkaya Başûr bûne ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye.

Ji fermandarên HPG'ê Baran Farqîn diyar kir ku girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên di greva birçîbûnê de ne, moraleke mezin didin gel û gerîla.

Wekîlê HDP'ê Necdet Îpekyuz nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Tecrîd li Tirkiyeyê veguheriye sîstemeke êşkenceyê. 22 sal in li Îmraliyê dewam dike."

Siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyyaê hatibûn qetilkirin. Kezban Kûday ku bi wan re li heman qadê kar dikir, diyar kir ku ew weke 'sê jin ên şoreşger' li mejiyê gel neqişîn.

Gaza karbondîoksîtê ku piştî erdheja Çaldiranê di binê erdê de rû da, gefê li tenduristiya şêniyên taxa Beyazitê dixwe.

Eşkere bû ku di navbera salên 1920 û 1990'î de li Îrlandayê, li malên Dêra Katolîk ên ji bo 'dayikên nezewicî û zarokên wan' hatibûn avakirin, 9 hezar zarok mirine yan jî hatine kuştin.