Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Girtiyên li Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku girtiyên li Îmraliyê tên girtin bi malbatên xwe re hevdîtin kirin; Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê xwe Mazlum Dînç re hevdîtin pêk anî.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyand ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtina malbatê pêk hat. 

Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê ev agahî da: "Birêz Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê girtî ye, bi birayê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê xwe Mazlûm Dînç re, birêz Hamilî Yildirim, birêz Veysî Aktaş, birêz Ergîn Atabey, birêz Zekî Bayhan û birêz Mahmut Yamalak îro (07.07.2025) bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn."