HDP kampanyaya dijî tecrîdê dide destpêkirin

HDP'ê encamnameya kombûna Meclîsa Partiyê aşkere kir û got, ''Partiya me ji bo rakirina tecrîdê ya di rojevê de û bidawîanîna binpêkirinên li girtîhehan wê kampanyayê bide desptêkirin.''

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya kombûna Meclîsa Partiyê (MP) a 10'ê Çile aşkere kir.

Di encamnameyê de bi hinceta lêpirsîna Kobanê ya 6-8'ê Cotmehê hêrişên deshilata AKP-MHP'ê ya li ser HDP'ê hate bibîrxistin û hate gotin,''Bi lêpirsîna Kobanê, desthilata AKP-MHP'ê dixwaze têkoşîna berxwedêr a gelê Kurd û partiya me ji dewrê derxîne, ji ber astenga sereke ya li pêş dîktatoriyê ku dixwazin bi hilbijartinê rewa bikin HDP ye, dixwazin Partiya me bêkêr bikin.''

HDP'ê bi berdewamî diyar kir,''Ev hêriş di şexsê HDP'ê de ti caran wê nikaribe têkoşîna demokrasî, azadî û dadmendiyê ya bi milyonan mirov asteng bike'', biryara beriya demeke nêz a DMME'yê ya derheqê Hevserokê Berê yê HDP'ê yê rehîn Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û got, biryara DMME'yê, ''bûye biryareke dîrokî ya ku kemîna ji 2014'an û vir ve li ser Partiya me û hemû muxalefetê bi destê darazê tê bicihanîn, mehkûm dike.''

HDP'ê di encamnameyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grêva birçîbûnê ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ji bo rabûna tecrîda li ser Ocalan 27'ê Mijdarê dest pê kirî bi bîr xist û got, ''Ji bo daxwazên biheq ên grêvên birçîbûnê bi cih werin, bi destekeke berfireh a civakî çêkirina bihistyariya demokratîk a xurt, weke peywireke me ya lezgîn hatiye dîtin. Em dixwazin diyar bikin têkoşîna dijî tecrîdê bi geşkirina çareseriya demokratîk û hêviya aştiyê re di zik hev de ye, ev rojeva girîng, divê ne tenê rojeva beşekî civakî an jî partiyekê be, divê rojeva hemû hêzên demokrasiyê be.''

Bi berdewamî hate gotin sala 2021'an,''Wê bibe saleke ku têkoşîna dînamîka azadiyê ya gelê Kurd ku bi partiya me re berbiçav bûye û ya hemû derdorên ku keda wan tê xwarin, têne çewisandin û derdorên civakî geştir bibe û faşîzm hilweşe, li ser rêya ber bi Komara Demokratîk ve, Hevalbendiya Demokratîk bêhtir berfireh bibe.''

Derheqê têkoşîna tevgera jinan hate gotin, ''Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Jinan a Tirkiyê 2020'an rêz û rêça piştevanî û têkoşer domand. 2020'an li eniya muxalefetê bi roleke zehf girîng rabûn. 2021'an jî jin wê li ber xwe bidin û avakariya ya nû bidomînin.''

Di encamnameyê de herî dawî hate gotin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê kampanyayê bidine destpêkirin û derheqê kampanyayê wiha hate gotin:

''Biryara ku Daîreya Mezin a DMME'yê dayî, bi qasî ku li Tirkiyê reformeke berfireh a hiqûqî were kirin girîng e. Têkilî vê Partiya me ji bo rakirina tecrîdê ya ku di rojevê de ye û ji bo bidawîbûna binpêkirina mafan a li zindanan wê kampanyayê bides destpêkirin. Di serdema bê de xebata sereke ya li ber partiya me wê ev kampanya be. Kampanyaya me wê bi rengekî herî berfireh bi derdorên civakî û siyasî re were rêvebirin, ku li heq, hiqûq, dad û azadiyê digerin. Derheqê kampanaya me piştî ku naverok bi berfirehî hate zelalkirin bi giştînameyekê  rojên pêş wê ji hemû rêxistiniya me re û bi daxuyaniyekê bi raya giştî re were parvekirin.''