Li girtîgehên Anatoliya Navîn êşkence li 24 girtiyan hate kirin

Şaxê ÎHD'ê yê Enqereyê, li ser binpêkirina mafên mirovan a sê mehên dawî yê sala 2020'î ya li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn eşkere kir. Li gorî raporê, 9 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, êşkence û kiryarên xerab li 24 girtiyan hate kirin.

Rapora ÎHD'ê ya li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn ên mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê, li avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê bi civînekê hate eşkerekirin.

Rapora ÎHD'ê têkildarî van girtîngehan agahî parve kir: Girtîgeha Aksarayê Tîpa T, Girtîgeha Amasyayê ya Tîpa E, Girtîgeha Bolû ya Tîpa F, Girtîgeha Duzce ya Tîpa T, Girtîgeha Karabukê ya Tîpa T, Girtîgeha Kayseriyê Jimara 1’an a Tîpa T, Girtîgeha Kayseriyê Jimara 2’yan a Tîpa T, Girtîgeha Kayseriyê ya Jinan, Girtîgeha Keskîn a Tîpa T, Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F, Girtîgeha Kirşehîrê ya Tîpa T, Girtîgeha Sîncanê ya Jinan, Girtîgeha Sîncanê ya Jimara 1’an a Tîpa F, Girtîgeha Sîncanê Jimara 1’an a Tîpa L, Girtîgeha Sîncanê Jimara 2’yan a Tîpa L, Girtîgeha Sîncanê ya Tîpa T, Girtîgeha Sêwazê ya Tîpa E.

Rapor ji aliyê Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût ve hat xwendin.

9 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DANE

Çevîrmen destnîşan kir ku bi qasî wan tespît kiriye li girtîgehan 9 kes jiyana xwe ji dest dane, ji van 9 kesan 4 jê ji ber vîrûsa koronayê, 3 kes bi nexweşînên cuda û 2 jê jî bi “îdiaya întîharê” jiyana xwe ji dest dane. Çevîrmen anî ziman ku li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 46 jê jin bi giştî herî kêm 284 girtiyên nexweş hene û ji van girtiyên nexweş 98 girtî girtiyên rewşa wan giran e.

DIBE KU HEJMAR ZÊDETIR BE

Çevîrmen da zanîn ku li van girtîgehên navborî herî kêm li 24 girtiyan êşkence û kiryarên xerab hatiye kirin û ji ber ew nikarin bi hêsanî agahî bigirin û girtî nikarin dengê xwe ragihînin ji saziyên mafên mirovan re û bi sedema astengiyên heyî dibe ku ev hejmar zêdetir be. 

'JI BO PIRSGIRÊKAN ÇARESERÎ NAYÊ AFIRANDIN'

Rêvebera ÎHD’ê Sevîl Tûrgût jî destnîşan kir ku girtî xwedî her mafê jiyanê ku ji wan re rêz were nîşandanê ne û wiha got: "Lê belê kêşeyek herî mezin jî ew e rewşa girtiyên nexweş e. Ji bo girtiyên nexweş tu çareserî nayê peydakirin. Bêyî werin tedawîkirin û teşhîsa wan were kirin, êşkence li wan tê kirin. Girtiyên nexweş ya piştî jiyana xwe ji dest didin darbestên wan dertên an jî li ber sekeratê tên berdan. Piştî tên berdan jî ya li nexweşxaneyan an jî li malê jiyana xwe ji dest didin. Ji bo vê yekê divê mercên girtiyan werin başkirin û girtiyên nexweş jî tavilê werin berdan."

Di dewama raporê cih ji binpêkirinên mafan re hat veqatandin û xal bi xal hatin rêzkirin.