Abdullah Aksû piştî 31 salan hate berdan
Abdullah Aksû yê ku ji sala 1994’an ve girtî bû, ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 a Îzmîrê hate berdan.
Abdullah Aksû yê ku ji sala 1994’an ve girtî bû, ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 a Îzmîrê hate berdan.
Abdullah Aksû ku di Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa T a Îzmîrê de dihat ragirtin, piştî 31 salan hate berdan. Aksû, ji aliyê malbata xwe û rêvebirên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) hate pêşwazîkirin.
Aksû, diyar kir ku ji ber berdana xwe keyfxweş e lê ji ber tehliyenebûna girtiyên nexweş xemgîn e. Aksû got: “Hêvîdar im ku hemû girtî bên tehliyekirin. Rêbertiyê rêya aştiyê vekir. Ez bi hêvî me ku di demeke nêz de aştî pêk were û hevalên me bê berdan êm di welateke azad de hev bibînin.”
Aksû, tevî malbata xwe ber bi mala xwe ya li Sêrtê ve bi rê ket.
ABDULLAH AKSÛ KÎ YE?
Aksû, di sala 1994’an de li Sêrtê hate girtin û bi îdiaya “Xirakirina yekitî û yekparetiya dewletê” Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Amedê cezaya muebbedê dayê. Aksû, li girtîgehên Sêrt, Dîlok, Amed û Şakranê ma.
Aksû, nexweşê fetqa piştê, tansiyon, mîde, çav û hestî ye.