Elîaçik: Desthilatdarî li ber çûyînê ye, lewma zextê giran dike

Nivîskar Îhsan Elîaçik diyar kir ku desthilatdarên AKP'ê zanin ku jiyan wê ji niha û pê ve ji bo wan nebaş be û got, "Ji ber vê tirsê xew bi çavê wan nakeve. Ji bo ji desthilatdariyê nekevin, bi her awayî zextê dikin."

Îlahiyatnas-nivîskar Îhsan Elîaçik têkildarî zext û zordariya rejîma AKP-MHP'ê û desthilatdariya Erdogan axivî.

Elîaçik anî ziman ku yek ji hunera Erdogan ew e ku timî yê li hemberî xwe sûcdar dike û got, "Di asta herî bilind de elîtîzmê dike, lê belê yê li hemberî xwe weke elîtîst sûcdar dike. Bi awayê herî giran neheqiyê dike, lê yê li hemberî xwe bi neheqiyê sûcdar dike.

Her tim xwe weke mexdûran pênase dike, lê belê ew veguheriye elîtîstên xwedî qesr û hêzê. Ew xwe weke mexdûrên oldar ên li Tirkiyeyê dibînin. Nêta wan tune ye ku ti carî dest ji vê pênasekirinê berdin. Li qesrê di nava kêf û xweşiyê de bijîn jî, lingê wan negihêje erdê jî, timî li ser xalîçeyên sor bimeşin jî ew hîn jî mexdûr in!"

Îhsan Elîaçik destnîşan kir, ku desthilatdarî bi giranî di demên xwe yên dawiyê de zextê zêde dikin û got, "Ji bo ji desthilatdariyê nekevin li ber xwe didin. Sedema vê yekê jî ew e ku naxwazin dest j jiyana luks û elîtîst berdin. Ji ber ku di nava van şert û mercan de Serokkomar teqawît bibe jî wê karibe jiyaneke elîtîst û luks bidomîne."

Elîaçik ragihand ku meseleya duyemîn a bingehîn jî ew e ku naxwazin ji desthilatdariyê bikevin û wiha dewam kir, "Ji ber ku sûcên herî giran kirine. Hem li nava welêt hem jî li qada navneteweyî gelekî sûc kirine. Ji qaçaxçitiya pereyan heta komkujiyan. Bûne bersûcên gelek tiştî. Di dema desthilatdariya wan de gelek komkujî û kuştinên nediyar pêk hatin. Tê zanîn ku kê kiriye, lê belê tiştek nayê kirin. Di heman demê de welat bi dosyayên nelirêtiyê hejiya, lê dîsa jî gaveke şênber nehate avêtin."

Îhsan Elîaçik ragihand, ku zanin hem li qada navneteweyî hem jî li li welêt ev dosya wê ji nû ve bên vekirin û got, "Weke ku min got, ji qeçaxçitiya pereyan heta sûcê şer, gelek sûc kirine. Zanin ku jiyana wan a ji niha û pê ve wê baş derbas nebe, tirsa wan ji vê ye. Ji ber vê tirsê xew nakeve çavên wan. Ji bo ji desthilatdariyê nekevin xwarê, bi her awayî zextê dikin."