Yekîneyên Tolhildanê li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê yên Şehîdên Behdînanê li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê li dijî faşîstên AKP-MHP'yî û hevkarên wan ên sûc çalakî kirin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Behdînanê di daxuyaniyê de gotin, ''Bêesl ên ku gelê me bêxwedî dizanin, roj wê were û li bara hêrsa gel wê nikaribin cihekî bibînin ku xwe lê veşêrin.''

Çalakiyên ku Yekîneyên Tolhidanê yên Şehîdên Behdînanê kirin wiha ne:

STENBOL

Yekîneyên Tolhildanê di daxuyaniyê de ragihandin ku yekîneyên wan 5'ê Çile li Arnavûtkoyê 2 wesayitên faşîstekî MHP'yî, 6'ê Çile li Fîkirtepe kargeheheke AKP'yiyekî şewitandine, 7'ê Çile li Gazîosmanpaşa li dijî polîsan bi çekên şexsî çalakî kirine û 9'ê Çile jî li Ramiyê kargeheke AKP'yiyekî şewitandine.

Têkilî çalakiyên li Tekîrdagê jî hate gotin 7'ê Çile li Marmara Eregliyê 2 wesayitên mezin hatine şewitandin, 9'ê Çile li Şarkoyê pankarteke bi mijara tecrîdê hatiye daleqandin û 11'ê Çile jî li Çorluyê trofoyeke elektrîkê hatiye teqandin.

9'ê Çile jî li Darîca ya Kocaeliyê kargeha faşîstekî hatiye şewitandin û 11'ê Çile jî li Dîlova ya Kocaelî du wesayitên faşîstekî hatine şewitandin.

BALIKESÎR, IZMÎR Û KONYA

Yekîneyên Tolhildanê bi berdewamî diyar kirin 8'ê Çile li Erdekê ya Balikesîrê 2 wesayit û 9'ê Çile otobûsa faşîstekî AKP'yî li Sindirgi hatiye şewitandin.

Têkilî çalakiyên li Izmîrê hate diyarkirin 7'ê Çile li Guzelbahçe wesayitek, 8'ê li Buca kargeh û depoyek yên faşîstan hatine şewitandin û 9'ê Çile jî li Bamaneyê kesên ku karê tiryakê dikin hatine cezakirin.

6'ê Çile li Konya Cîhanbeylî markêta AKP'yiyekî, 9'ê Çile li Selçûklu kesên ku karê tiryakê dikin hatine cezakirin û 11'ê Çile jî li Selçûklu ji bo grêvên birçîbûnê pankarteke bi bombeya dengî hatiye daleqandin.

EDENE

Bi berdewamî hate diyarkirin 9'ê Çile li Edene li taxên navendê pankart hatine daleqandin, li ser dîwaran nivîs hatine nivîsandin, li navçeya Sariçamê du wesayit hatine şewitandin û 11'ê Çile jî kargeha kesekî faşîst ê AKP'yî hatiye şewitandin.

MÊRSÎN

Derheqê çalakiyên li Mêrsînê jî hate gotin li navçeya Tarsûsê 9'ê Çile pankart hatine daleqandin, 12'ê Çile jî li Erdemlî minîbVûsek hatiye şewitandin.

SKENDERÛN
Bi berdewamî hate gotin 8 û 9'ê Çile navçeyên Barbaroz û Buluttepe yên Skenderûnê jî kesên ku karê tiryakê dikin hatine cezakirin û xebatên nivîs-pankartan hatine kirin.

AMED
Derheqê çalakiyên li Amedê yên di navbeyna 4'ê Çile û 12'ê de hate diyarkirin li Farqînê li dijî wesayita fermî ya dewletê çalakiya sabotajêhatiye kirin, li ser rêya Farqîn-Amedê pêşiya TIR'a Ofîsa Malzmeyên Dewletê hatiye kirin, li taxa Oguzlar a Amedê trafoyek hatiye şewitandin, li taxa Ferîdûn a Farqînê kesên ku karê tiryakê dikin hatine cezakirin, li Yenîşehîr, Sûr, Baxlar û Kayapinarê li ser dîwaran nivîs hatine nivîsandin û 12'ê Çile jî li navçeyên navendê bi dirûşmeyan meş hatine kirin.

ÊLIH

Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin 6-8-9 û 11'ê Çile li Êlihê jî yekîneyên wan çalakî kirin. Li Qubînê 2 wesayit, li Hezoyê stesyona bazê hatiye şewitandin, li taxa Hîlalê ya navend Êlihê kesên ku karê tiryakê dikin hatine cezakirin, li taxên navendê û Hezoyê xebatên nivîs-pankartan hatine kirin û li her wiha li Êlihê wesayita serwîsê ya qeyûm hatiye şewitandin.

WAN

Di daxuyaniyê derheqê çalakiyên li Wanê jî agahî hate parvekirin û hate diyarkiri 6'ê Çile li Xaçortê li ser rêya goristanê li dijî polîsên Tirk bi teqemeniyên bi destan çêkirî û çekên şexsî çalakî hatiye kirin, 9'ê Çile li taxên navendê xebatên nivîs-pankartan hatine kirin û wesayiteke qeyûm hatiye şewitandin, 9'ê Çile jî li Sihkeyê li dijî qereqola polîsên Tirk bi bombeyên bi dest çêkirî û çekên ferdî çalakî hatine kirin.

AGIRÎ, SÊRT, BEDLÎS

Yekîneyên Tolhildanê ragihandin ku yekîneyên wan 7'ê Çile otobûsa MHP'yiyekî şewitandine, 8'ê Çile li naven û Bazidê xebata nivîsê hatiye kirin, 12'ê Çile jî li Patnosê li dijî mala ku fihûş lê dihate kirin bi teqemeniya bi dest çalakî hatiye kirin.

Derheqê çalakiyên li Sêrtê jî hate gotin xebatên afîş û nivîsan 9'ê Çile hatine kirin, 11'ê Çile jî mekîneyeke kar a fîrmayeke mutahît a Sêrt-Misircê mekîneyek

Herî dawî hate diyarkirin 6'ê li Belîsê mekîneyeke kar a qeyûm hatiye şewitandin, 8'ê Çile jî li taxên Tetwanê xebata nivîsan hatiye kirin.