ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

DAÎŞ rojên dawî li gelek herêmên Sûriyeyê ji nû ve derkete ser rûyê erdê û dest bi êrişan kir. Ev êriş bûn sedem ku ev pirs bên kirin: "Gelo DAÎŞ ji nû ve vedigere", yan jî "Hêzên li qadê, ji bo tehdeyê li hev bikin DAÎŞ'ê bi kar tînin?"

Dilawer Caf bal kişand ser zextên rejîma Îranê yên li ser gelê Rojhilat û got, "Cihên mîna Kirmanşah û Paw bi lehengî û wêrekiya xwe tên naskirin. Ti carî teslîmî dijmin nabin."

Li gorî raporekê ku ji aliyê Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) ve hate weşandin, karê bêdarhiştina cîhanê zêde bûne. Tenê 14 salên dawî qadeke daristanî ya bi qasî Iraqê tune bû.