Têkildarî 10 wekîlên HDP'î fezleke hate amadekirin

Têkildarî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û 9 parlamenterên HDP'î bi hinceta ku di dema serhildana Kobanê de di nava MYK'ê de bûn, têkildarî Omer Farûk Gergerlîoglû jî ji ber parvekirina têkildarî dayikên girtî, fezleke hatin amadekirin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) yên berê jî di nav de derbarê 108 siyasetmedaran de “Doza Kobanê” hatibû vekirin. Piştî doz hat vekirin, derbarê parlamenterên HDP'ê yên niha ku di dema serhildana Kobanê ya 6-8'ê Cotmeha 2014'an de di MYK'a partiyê de cih digirtin fezleke hatin amadekirin.

Di fezlekeyê de ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kir, hat îdiakirin ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Cîgirên Serokokatiya Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, parlementer Garo Paylan, Huda Kaya, Sezaî Temellî, Pero Dundar, Fatma Kûrtûlan û Serpîl Kemalbay çalakiyên Kobanê bi xelkê dane kirin.

Hat diyar kirin ku fezlekeyên ku dozgeriyê amade kirine ji bo ku ji Meclîsê re bên şandin, wê ewilî ji bo Wezareta Dadê werin şandin.