Kongreya Ciwanen Azad bi dawî bû

2. Kongreya Ciwanên Azad bi dirûşma, “Kapîtalîzmê nejî û nede jiyandin” li bajarê Koln ê Elmanya pêk hat.

2. Kongreya Ciwanên Azad bi dirûşma, “Kapîtalîzmê nejî û nede jiyandin” li bajarê Koln ê Elmanya pêk hat.

Di rûniştina piştî nîvro ya kongreyê de pirsgirêkên ciwanên Kurd ên li Ewropayê û rêbazên çareserkirina wan pirsgirêkan hatin nîqaşkirin. Di nîqaşan de biryara li dijî modernîteya kapîtalîst ji bo demldest avakirina modernîteya demokratîk bikeve pratîkê biryar hat girtin ku giraniya xwe bidin ser perwerdeyê.

Di Kongreyê de Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç jî axaftineke kurt kir. Koç got ku lidarxistina kongreyê ya di 28’ê Adarê de pir bi wate dîtine û got, “Ji ber meha Adarê ji bo Kurdan meheke ku berxwedan û komkujî pêk hatine. Di serî de Fermandar Egîd em kesên li Helepçeyê jiyana xwe ji dest dane bi rêz û hurmet bibîr tînin.”

Koç anî ziman ku eger ciwan dixwazin li hember pergala kapîtalîst xwe biparêzin û pergaleke alternatîf ava bikin divê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişopînin.

Piştî axaftinan rapora xebatan a salekê hat xwendin. Têkildarî raporê nîqaş û nirxandin hatin kirin. Rapor bi piraniya dengan hat qebûlkirin. Ji bo meclîsa wê di bin banê Ciwanên Azad de ava bibe hilbijartin hat kirin. Meclîsa sîwan a ji 51 kesî hat hilbijartin.

Kongre bi govend û dirûşman bi dawî bû.