Heyeta Kobanê li KRHKE rastî eleqeyeke mezin hat

Şaredarê Kobanê yê ji bo rûniştinên civata giştî ya Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê (KRHKE) li Strasbourgê hat vexwendin, li eleqeyeke mezin rast hat.

Şaredarê Kobanê yê ji bo rûniştinên civata giştî ya Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê (KRHKE) li Strasbourgê hat vexwendin, li eleqeyeke mezin rast hat.

Şaredarê Kobanê Mûstafa Ebdî û Alîkara Şaredar Rodîn Dabo yên ji bo KRHKE weke mêvanên taybet hatin vexwendin, li Strasbourgê rastî eleqeyeke mezin hatin. Fransa, Elmanya, Brîtanya, Norwêc, Belçîka, Swîsre, Îtalya û Danîmarka jî di nav de heyetê bi piraniya delegasyonên neteweyî yên 47 welatên di bin sîwana KRHKE cih digirin re hevdîtinên berfireh kir û ji gelekan soza alîkariyê wergirt.

Heyeta Kobanê ku Nûnerê HDP'ê yê Konseya Ewropayê Fayik Yagizay jî li gel amade bû, ji delegasyonên dewletên endamê KRHKE soz wergirt, ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê li welat û herêmên lê ne bikevin nava lêgerînên alîkarî û hevkariyê. Alîkara Şaredarê Kobanê Rodîn Dabo jî di hevdîtinan de pirsgirêkên civakî, perwerde û jinê xist rojevê.

ŞAREDARÊ KOBANÊ EBDÎ AXIVÎ

Şaredarê Kobanê Mûstafa Ebdî di axaftina xwe ya li kongreyê de, berxwedana Kobanê ya li hemberî DAIŞ'ê bi ser ket, pêkanînên rejîma Esad, sîstema kantonên xweser û demokratîk ên li Rojava û perspektîfên xwe yên li ser pêşerojê vegot.

Ebdî ragihand ku bi alîkariya gelê Bakurê Kurdistanê û tevkariya hêzên koalîsyonê û pêşmergeyan dagirkeriya DAIŞ'ê hatiye astengkirin. Ebdî diyar kir ku ew dixwazin bi Tirkiyeyê re têkiliyeke dostane deynin, lê belê Tirkiyeyê korîdora însanî jî venekiriye. Ebdî ji bo ji nû ve avakirinê, bang kir.

Endamên kongreyê, ji bo axaftina Ebdî û heyeta Kobanê rabû ser piyan û bi deqeyan li ser piyan li çepikan dan.

Piştî rûniştinê Şaredarekî beşdar got, "Me heta niha ji eleqeyeke bi vî rengî re zêde şahidî nekirine, ev yek bi awayekî şênber nîşan dide ku berxwedana Kobanê di dil û mejiyan de cihekî mezin girtiye."

JI HEYETÊN FRANSA Û ELMANYAYÊ BIRYARA PIŞTEVANIYÊ

Serokê KRHKE Jean Claûd Frecon jî di nav de serokên delegasyonên fermî yên gelek welatan û endamên kongreyê pirs li heyeta Kobanê kirin û peyamên piştevaniyê dan.

Heyetên Fransa û Elmanyayê jî gotin, "Di serî de rêveberiyên herêmî yên li welatê me em ê bang li hemû saziyên pêwendîdar ên li qada neteweyî û navneteweyî bikin, ku di mijara ji nû ve avakirina Kobanê de piştevaniyê bikin." Dûre heyetên gelek welatan ragihandin ku ew jî di vî warî de bixebitin.

KOBANÊ DI ROJEVA KONGREYÊ DE YE

Serokê KRHKE Jean Claûd Frecon diyar kir ku weke buroya timî ya bicihanînê ya kongreyê, ji bo xwedîderketina li banga alîkarîdayîna Kobanê û şopandina vê xebatê, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê derfet bên afirandin, ew ê dayîna daxuyaniyeke fermî vê hefteyê bixin rojeva xwe.

BENDEWARIYA HEYETA TIRKIYEYÊ

Heyeta fermî ya Tirkiyeyê jî ji heyetê pirsa "Çima hûn ji ber alîkariya daye spasiyên xwe pêşkêşî Tirkiyeyê nakin?" kir û îdîa kir ku Yekîtiya Şaredariyên Tirk û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê alîkarî şandiye Kobanê.

Heyeta Kobanê jî da xuyakirin ku alîkariyeke bi vî rengî nîne û destnîşan kir, ku dewlet hewl dide alîkariya ji aliyê gel ve hatiye kirin, weke alîkariya xwe nîşan bide.

'BERXWEDANA KURDAN BERXWEDANA BERXWEDANA EWROPAYÊ YE'

Delegasyona HDP'ê, endama nû ya fermî ya KRHKE Hevşaredara Îpekyolû ya Wanê Aygul Bîdav jî da xuyakirin ku ew bi heyetan re çûne Kobanê, li ser sînor mane û pirsgirêkên li ser û bin xetê di cih de tespît kirine.

Serokên delegasyonên Elmanya, Fransa û Swîsreyê jî dan xuyakirin ku ew li ber bîranîna şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Hin ji Şaredaran di axaftina xwe de gotin, "Berxwedana Kurdan a li Kobanê ya li dijî barbarên DAIŞ'ê, di heman demê de berxwedana Ewropayê ye."