Li Kîelê xebatên hilbijartinê
Li bajarê Elmanya Kîelê, komîsyona hilbijartinê ya ji bo 7'ê Hezîranê hat avakirin, lez da xebatên xwe yên ji bo tespîta hilbijêrên qeyidkirî.
Li bajarê Elmanya Kîelê, komîsyona hilbijartinê ya ji bo 7'ê Hezîranê hat avakirin, lez da xebatên xwe yên ji bo tespîta hilbijêrên qeyidkirî.
Li bajarê Elmanya Kîelê komîsyona hilbijartinê xebatên xwe dewam dike.
Kurdên li Ewropayê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi berfirehî dewam dikin. Komîsyona hilbijartinê, lez da xebatên xwe yên ji bo tespîtkirina hilbijêrên qeyidkirî.
Li eyaleta Schleswig Holsteinê, ji bajarên Roctock û Lubeckê armanc bi destxistina 5 hezar dengî ye. Endamên komîsyonê li malan digerin, qeydê çêdikin û ji bo deng bi awayekî komî werin bikaranÎn, xebatan dimeşînin.
Li gel xebaên qeydê, wê di rojên pêş de ji bo hilbijêran panel werin lidarxistin. Her wiha di 3'ê Gulanê de wê şeva piştevahiya HDP'ê pêk were. Berdevkên komîsyonê ragihandin ku divê hîn bêhtir bi xurtî xebat werin meşandin û gotin, "Hesreta me welatekî ku hemû bawerî û gel bi hev re bi awayekî azad bijîn e." Berdevkên komîsyonê bang li hilbijêran kirin ku destekê bidin dengê hêviyê HDP'ê.