Ji KRHKE biryara destekkirina Kobanê

Buroya Bicihanînê ya KRHKE, derbasbûna bi serbestî jî di nav de xwest korîdoreke mayînde û derfetên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê werin afirandin. Heyetên beşdarî civîna civata giştî bûn, biyar erê kirin.

Buroya Bicihanînê ya KRHKE, derbasbûna bi serbestî jî di nav de xwest korîdoreke mayînde û derfetên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê werin afirandin. Heyetên beşdarî civîna civata giştî bûn, biyar erê kirin.

Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê (KRHKE) di rûniştina civaka giştî ya li Strasbourgê de bang li dewletên endamê Konseya Ewropayê, saziyên navneteweyî û rêveberiyên herêmî kir, ku alîkariyê bidin Kobanê.

BANGA TEVGERA JI BO ALÎKARIYÊ HAT ERÊKIRIN

KRHKE da xuyakirin, ku berxwedana li dijî êrîşên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê hat meşandin, hêjayî rêzgirtinê ye û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê û Kobaniyî karibin jiyaneke bi rûmet bijîn, organên erkdar ên Neteweyên Yekbûyî jî di nav de bang li dewletên endamê Konseya Ewropayê, saziyên navneteweyî û rêveberiyên herêmî kir, ku bikevin nava tevgerê. 

Heyeta Tirkiyeyê, di destpêkê de bi hinceta 'Hesasiyetên Tirkiyeyê tê de cih negirtine' li dijî daxuyaniya KRHKE derket. Lê piştre rewşa dawî ya raporê 'di cih de' dît û erê kir.

Bi vî rengî destekkirinaKobanê ji aliyê heyetên fermî yên Konseya Ewropayê yên ji rêveberiyên herêmî berpirsyar ve, hat erêkirin.