Li 19 navendên Elmanyayê wê çalakiyên piştevaniya HDP'ê pêk werin

Li Elmanyayê, piştî 29'ê Adarê, şev û panelên piştevaniya HDP'ê tên lidarxistin.

Xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê dewam dikin. Bi plansaziya komîsyonên hilbijartinê yên li welatên Ewropayê re, şev û çalakiyên mîna wê tên lidarxistin. Li Elmanyayê wê ji 29'ê Adarê û pê ve şev û panelên piştevaniya HDP'ê pêk werin.

Mîna li gelemperiya Ewropayê li Elmanyayê jî bi dirûşma "Ji bo jiyan nû em li dora HDP'ê bicivin" xebatên hilbijartinê tên meşandin. Li gleek bajaran buroyên piştevaniya HDP'ê hatin vekirin. Her wiha hewl tê dayîn ku komîsyonên hatine avakirin xwe bigihînin girseyeke berfireh a hilbijêran.

Li Elmanyayê wê li 19 bajaran şevên piştevaniya HDP'ê bên lidarxistin.

Di şeva 29'ê Adarê ya li Berlînê de wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axaftvan be

Di panela 4'ê Nîsanê ya li Saarbruckenê de wê parlamenterê Beldîsê Husamettîn Zenderlîoglû axaftvan be

Di panela 5'ê Nîsanê ya li Mannheimê de, parlamenterê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû wê axaftvan be

Di şeva 6'ê Nîsanê ya li Stûttgartê de, parlamenter Sebahat Tûncel wê axaftvan be

Di şeva 18'ê Nîsanê ya li Hannoverê de, Osman Baydemîr wê axaftvan be

Di şeva 25'ê Nîsanê ya li Saksenê de, Îbrahîm Ayhan wê axaftvan be

Di şeva 26'ê Nîsanê ya li Hambûrgê de, Demîr Çelîk û Ayhan Bîlgen wê axaftvan bin

Di şeva 26'ê Nîsanê ya li Bremenê de, Demîr Çelîk û Tûrgût Oker wê axaftvan bin

Di şeva 26'ê Nîsanê ya li Baden Badenê, Nûrsel Aydogan wê axaftvan be

Di şeva 26'ê Nîsanê ya li Kolnê de, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag wê axaftvan be

Di şeva 26'ê Nîsanê ya li Dûîsbûrgê de, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag wê axaftvan be

Di şeva 3'ê Gulanê ya li Bîelefeld û Munsterê de, parlamenterê Mêrdînê Erol Dora wê axaftvan be

Her wiha wê di 26'ê Nîsanê de li Essenê, di 2'ê Gulanê de li Rotlîngenê, di 2'ê Gulanê de li Saarbruckenê, di 3'ê Gulanê de li Mannheimê, di 3'ê Gulanê de li Kîelê, di 3'ê Gulanê de li Freiburgê û di 10'ê Gulanê de jî wê li Hanaû şevên piştevahiya HDP'ê werin lidarxistin.