Ji bo namzetiyê 1.501 serlêdan li HDP'ê hatin kirin
Di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de 342 jê jin 1.501 kes, ji bo ji HDP'ê bibin parlamenter serlêdana bernamzetiyê kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da xuyakirin ku 1.501 kesî serlêdana bernamzetiyê li partiya wan kirine.
Ji yên serlêdan kirine 1159 mêr, 342 jî jin in. Ji aliyê rêjeyî ve ji sedî 22.5 jin, ji sedî 77.5 mêran serlêdana bernamzetiyê kirin.
Li gorî temen jî 474 ji bernamzetan di navbera 35-45 salî de ne. 378 ji bernamzetan jî di navbera 45-55 salî de ne.
Di warê rewşa perwerdeyê de jî, ji sedî 47,40 ê bernamzetan zanîngeh qedandine, ji sedî 25.99 lîse, ji sedî 13.03 dibistana seretayî, ji sedî 10.3 dibistana navîn û ji sedî 3.55 jî mezûnê lîsansa bilind e.
Pîşeyên bernamzetan jî bi vî rengî ne:
"Karker-kedkar (Karker, kedkar, bêkar, xebatkarên RCS): Ji sedî 29.3
Pîşeyê serbest: Ji sedî 12.1
Parêzer: Ji sedî 9.2
Teqawît: Ji sedî 8.8
Perwerdekar: Ji sedî 8.6
Xebatkarên tenduristiyê: Ji sedî 4.7
Endezyar / Mîmar: Ji sedî 4.3
Karsaz (jin-mêr): Ji sedî 3.2
Hesabgir / muşawîrê malî: Ji sedî 3.1
Muteahît: Ji sedî 2.9
Cotkar: Ji sedî 2.7
Jin a malê: Ji sedî 2.3
Rêveber: Ji sedî 2.1
Siyasetmedar: Ji sedî 1.8
Xwendekar: Ji sedî 1.8
Weşanger / Nivîskar: Ji sedî 1.5
Akademîsyen: Ji sedî 1.4"