'Birêz Ocalan gel nêzî aştiyê kir'

Endamê Desteya Rêveber a DÎDF'ê Ozdemîr destnîşan kir ku peyama Ocalan û hilbijartinên 7'ê Hezîranê dikare 'bihara gelan' bi xwe re bîne.

Endamê Desteya Rêveber a DÎDF'ê Ozdemîr destnîşan kir ku peyama Ocalan û hilbijartinên 7'ê Hezîranê dikare 'bihara gelan' bi xwe re bîne. Ozdemîr got, "Kurdan hevsengiya Erdogan xera kirin." Endamê Desteya Rêveber a MADE Bektaş bang li her kesî kir ku xwedî li peyama Ocalan derkeve.

Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê (MADE) Alî Ekber Bektaş ku di heman demê de di nava NAV-DEM'ê de Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewropayê temsîl dike, Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) Yucel Ozdemîr, peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê ji ANF'ê re nirxandin.

'BI PEYAMA BIRÊZ OCALAN RE BIHARA GELAN DIKARE BÊ'

Ozdemîr anî ziman ku Newroza îsal ji bo gelên Kurd û Tirkiyeyê xwedî wateyeke mezin e û diyar kir ku bi bicihanîna 10 xalên ji aliyê Ocalan ve hatin destnîşankirin re pêvajo dikare bimeşe.

Ozdemîr got, "Birêz Ocalan ragihand ku li Rojhilata Navîn kapîtalîst û emperyalîst di nava planên mezin de ne. Li dijî van planan em banga Birêz Ocalan a ji bo têkoşîna yekîtiya gelên Rojhilata navîn girîng û watedar dibînin. Bi vê peyama aştiyane ya Birêz Ocalan û coşa bi heybet a Newrozê re, di 7'ê Hezîranê de bihara gelan dikare were."

'KURDAN HEVSENGIYA ERDOGAN XERA KIRIN'

Ozdemîr gotina 'pirsgirêka Kurd nîne' ya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û pozîsyona neyînî ya rojên dawî nîşan dide nirxand û got, "Diyare hevsengiya Serokkomar xera bûye. Bûye siyasetmedarekî welê ku gotina wî ya îro li ya duh nayê. Eger tu yê siyasetê bike dest ji qoltixa Serokkomariyê berde û dakeve qadan siyasetê bike. Tu yê ji aliyekî ve bêjî 'pirsgirêka Kurd nîne', li aliyê din jî di daxuyaniya Newrozê de behsa aştî û biratiyê bike. Kurdan hevsengiya Erdogan xweş xera kirine. Lewma ew bi xwe jî nizane ka çi dibêje."

'DIVÊ PEYAMA NEWROZÊ BICIH WERE ANÎN'

Bektaş jî ragihand ku bi peyama Ocalan a li pêşberî mîlyonan mirovî hat aşkerakirin re ew bêhtir nêzî aştiyê bûne û got, "Peyama Birêz Ocalan hêvî û aştiya gelan aniye cem hev. Cara yekemîn e ku mirov ketine rewşa aştiyê û aştiya ku bi dehan salane hesreta wê dikşînin, nêzî xwe dibînin. Ji bo ev aştî mayînde bibe û veguhere biharê, divê her kes ya dikeve ser milê xwe bicih bîne. Hêvîdarim ku wê bi awayekî erênî nêzî vê peyama Birêz Ocalan bibin û berpirsyariyên wê bicih bînin."

'GIRÎNG E HER KES DI BIN SÎWANÊ HDP'Ê DE BICIVE'

Bektaş bal kişand ser girîngiya girîngiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Hilbijartinên 7'ê Hezîranê dikare rêya aştiyê ronî bike. Ji ber vê yekê di vê dema dîrokî de girîng e her kes di bin sîwanê HDP'ê de cih bigire. Eger nebe, zehmet e AKP were qeslkirin û aştî jî wê her tim di nava xeteriyê de be."