KCD-E banga xwe qeydkirinê li hilbijêran kir
Hevseroka KCD-E Dilşah Osman bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku qeyda xwe ya ji bo hilbijartinê bikin.
Hevseroka KCD-E Dilşah Osman bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku qeyda xwe ya ji bo hilbijartinê bikin.
Ji bo hilbijêrên li Ewropayê dengê xwe ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bikar bînin, dema dawî ya qeydkirinê 27'ê Adarê ye. Hevseroka KCD-E Dilşah Osman bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku qeyda xwe çêbikin.
Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez da xebatên xwe yên li Ewropayê. HDP, di serî de ji Elmanya, Fransa, Hollanda, Swîsre, Belçîka, Îngilîstan, Swêd, Awûstûrya û Danîmarkayê dixwaze ji gelemperiya Ewropayê 400 hezar dengî bi dest bixe. HDP'ê ji bo vê yekê jî li hemû bajar û welatan komîsyon ava kiriye. Ev komîsyonên ji 9 hezar kesî, li hemû bajar, navçe û semtên Ewropayê karê hilbijartinê dimeşînin.
'GIRÎNG E HER KES BIXEBITE'
Hevseroka KCD-E Dilşah Osman da xuyakirin ku divê heta 27'ê Adarê her kes qeyda xwe çêbike û ev bang lir: "Li Ewropayê potansiyeleke cidî ya dengan heye. Lewma HDP'ê bi destxistina 400 hezar dengî weke hedef daniye pêşiya xwe. Ev deng, ji bo hilweşandina bendê hejmareke cidî ye. Ji ber vê yekê jî girîng e her kes bi berpirsyarî tevbigere û bixebite. Ji ber ku derbasbûna HDP'ê ji bendê tê wateya afirandina mercên jiyana wekhev û azad a Kurd, Laz, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Çerkez û hemû gelan. Her wiha bi vê serketinê re wê mercên xwe îfadekirinê yên Elewî, Êzidî û baweriyê din. Beriya her tiştî li Tirkiyeyê li şûna sîstema 'yek zilam' wê sîstemeke demokratîk û azadîparêz ava bibe. Li Ewropayê dema qeydkirina hilbijêran, di 27'ê Adarê de bi dawî dibe. Her kesên ku heta niha qeyda xwe çênekirine, di van her du rojên dawî de divê qeyda xwe çêbikin. Ji bo vê, derdora xwe jî hişyar bike. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku lezê bidin xebatên xwe. Ji niha û pê ve jî divê xebatên bikaranîna dengan werin destpêkirin."