Suryaniyan li dijî DAIŞ’ê dest bi greva birçîbûnê kirin

Asûrî-Suryaniyan bi armanca protestokirina komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gundên Asûrî-Suryanî yên Hesekê û Til Temîr, duh dest bi greva birçîbûnê kirin.

Asûrî-Suryaniyan bi armanca protestokirina komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gundên Asûrî-Suryanî yên Hesekê û Til Temîr, li Stockholm û navendên din ên Swêdê derketin qadan û dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li navçeya Sodertalje ya Stockholmê ku 25 hezar Suryanî dijîn, li qada Storatorget 10 Asûrî-Suryanî-Keldaniyî  kon vedan, êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Asûrî-Sûryaniyên li Til Temîr, Hesekê û Deşta Nînovayê pêk hatiye şermezar kirin û bang li hikûmeta Swêd, Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kirin ku ji bo rawestandin êrîşên DAIŞ’ê û berdana Suryaniyên dîl hatine girtin bikevin nava hewldanên şênber.

Endamê Meclîsa Şaredariya Sodertalje, Metîn Rhawî yê ji rêxistinbûna greva birçîbûnê re pêşengî kir, diyar kir ku ji bo NY, Hikûmeta Swêdê bikin nava tevgerê, ketine greva birçîbûnê.

ŞERMEZARKIRIN TÊR NAKE, DIVÊ BIKEVIN TEVGERÊ

Rhawî got ku şermezarkirina komkujiya Til Temir û Xabûrê têrî rawestandina komkujiyan nake û got: “Gelek ji xaka wan tê sirgûnkirin, tê qetilirin. Gelo wê cîhan heta kengî wek temaşevan bimîne? Nêzî 200-300 mirov hatine revandin û der barê aqûbeta wan de ti tiştek nayê zanîn. Tenê şermezarkirin têr nake. Divê bikevin nava tevgerê. YE’yê ji bo ewlehiya Suryaniyên Deşta Nînovayê biryara avakirina herêma bi ewle girt. Em dixwazin heman biryar ji bo Hesekê û Tîl Temir jî bê girtin.

Rhawî bi lêv kir ku bi Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, şervanên Xabûrê û YPG û YPJ’ê re yên li herêmê li dijî DAIŞ’ê têdikoşin re di nava têkiliyê de ne û got: “Li Til Temir û Hesekê li dijî êrîşên DAIŞ’ê berxwedanek mezin tê dayîn. Divê wek Kobanê, hêzên Koalîsyonê û raya giştî ya demokratîk li vir jî bikevin nava tevgerê.”

DIVÊ ALÎKARIYÊ BIDIN ŞERVANAN

Rhawî got: “Beriya DAIŞ bikeve cihên xwecihbûnê divê mudaxale bê kirin. Şervanên wir heta dawiyê şer dikin. Divê NY, YE, Yekîtiya Ereban û Swêd bikeve hewldanan. Em ji bo van daxwazên xwe dikevin grevê.”

Berdevkê Federasyona Keldanî Bahnam Jabou yê 64 salî got: “Em ji bo ku nîşan bidin Asûrî-Suryanî ne tenê ne, ketin grevê. Em ê gelê herêmî û qedîm ê wê herêmê ne. Di 1915’an de gelê me rastî qirkirinan hat. Ji xaka xwe hatin sirgûnkirin. Tevî ku di ser komkujiyê re 100 sal derbas bûye jî komkujî didomin. Ne DYA û ne jî Ewropayê em parastin. Kapasîteya me sînorkirî ye. Kî wê me biparêze? Me Xiristiyan, Asûrî-Suryaniyan pir qurban dan. Cîhanê ew temaşe kir.”

Nûnerê Komeleya Çanda Mezopotamya Kenan Kerîmo yê 67 salî  got, "Gelê Asuî-Suryanî bi rîska tinebûnê re rû bi rû ne, tevgera Azadiya Kurd li dijî van êrîşan xwedî li gelên xwe derket. Cîhan li dijî êrîşên li ser Suryaniyan temaşevan dimîne. Divê NE û YE demildest bikevin nava tevgerê.”

Çalakgeran da zanîn ku di 29’ê Adarê de jî li navçeya Sodertalje bi armanca piştgiriya berxwedêrên Tîl Temir û Hesekê wê meş û mîtîngekê pêk bînin û banga tevlîbûnê kirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Xiristiyan Robert Halef jî  bi pêşnûmepirsekê komkujî û êrîşên li Til Temir û Xabûrê bir Parlamentoya Swêdê û got ku ji bo pêkanîna biryara avabûna herêma bi ewle, bila gavên şênber bên avêtin.

Halef bi lêv kir ku sala buhrî di encama êrîşên DAIŞ’ê yên li Mûsil û Nînovayê de 250 hezar Suryaniyî xaka xwe terk kiriye û li Herêma Federal a Kurdistanê stirîne.

Halef diyar kir ku parlamenterê Yekîtiya Ewropayê Lars Aduksson re li kampên penaberan yên Iraqê geriyane û bi lîderên Kurd û Asûrî re axivîne. Halef destnîşan kir ku  Asûrî-Suryanî di nava xemgîniyê de bûne û hikûmeta Bexdayê ji bo parastina Xiristiyanan tedbîra leşkerî nagirin.

Her wiha got ku qirkirina li hemberî Suryaniyan didome, divê NY, YE û Swêd berpirsyariyê bigire ser xwe û  azadiya komên gelan yên Sûriye û Iraqê bigire bin garantiyê.