Hunermendan ji ber talankirina NÇA gilî kirin

Hunermendên di roja Şanoyê ya Cîhanê de bi şîara ‘Em NÇA’yê dixwazin’ li ber Edliyeya Çaglayanê hatin cem hev, lijî talankeriya AKP’ê serlêdana sûc kirin.

Hunermendên di roja Şanoyê ya Cîhanê de bi şîara ‘Em NÇA’yê dixwazin’ li ber Edliyeya Çaglayanê hatin cem hev, lijî talankeriya AKP’ê serlêdana sûc kirin. Hunermendan dan xuyakirin ku wê çand û hunerê teslîmê tarîtiyê nekin û bang li himûketa AKP’ê kirin ku ‘hun nekarin NÇA’yê tamîr bikin, emê bikin.’

Bi wesîleya Roja Şanoyê ya Cîhanê bi pêşengiya Însiyatîfa em li NÇA’yê ne, şanoger, sînamevan û nivîskar hatin cem hev û der barê ku Navenda Çanda Ataturk (NÇA) hatiye talankirinê de serlêdana sûc kirin.
Hunermendan dovîzên wekê ‘We NÇA talan kir, wêran kir û girt. Em NÇA’yê dixwazin’, ‘Bila NÇA bê restorekirin, perde bên vekirin’ û pankarta ‘Pereyê tadîlata NÇA’yê çi pê hat? hildan.

AYDIN: JI BER ÎNADA REŞ GIRTIYE

Şanoger  Orhan Aydin li ber Edliyeyê di daxuyaniyê de axivî û got: “Li Tirkiyeyê ev 3 salên dawîne li dijî qadên çand û hunerê êrîş pêk tên. Dijminahî û cudadîtin êdî bi awayekî zelal derketiye holê. Li sahneyên me sansur, otosansur û qedexekirin hene. Ev jî têr nake, avahiya herî mezin ya çandê ya vî welatî NÇA 7 sale ji ber înada reş girtiye.”

CUMBUL: BAZIRGANÎ ZÊDE BÛ

Seroka Sendîkaya Lîstikvanan, hunermenda sînemayê Meltem Cumbul jî li ser navê înstiyatîfê daxuyaniya hevpar xwend û got nirxa ku bo çand û hunerê tê dayîn, asta pêşketina welat nîşan dide û got: “Di salên dawî de nirxên çand û hunerî bûne hedefa zîhniyeta dijserdemê. Êrîşên sîstematîk divê qadê de jî  bazirganî û yozbûnê zêde dike. Di vê çarçoveyê de NÇA bi pêvajoya hilweşîn û wêrankirinê re rû bi rû ye.”

EMÊ TAMÎR BIKIN

Cumbul gotinên serokwezîrê demî Recep Tayyîp Erdogan yên sala 2013’an yên wekê ‘înşalah wê NÇA bê hilweşandin’ bibîr xist û got hunermend, nivîskar û sendîkavan di 2’ê Mijdara 2014’an de li dijî vê zîhniyetê hatin cem hev û Însiyatîfa NÇA’yê ava kirin. Cumbul da zanîn ku wê çand û hunerê teslîmê tarîtiyê nekin û got: “Wek NÇA girt, dagir kir, wêran kir. Em NÇA’yê pdixwazin. Ji me re bihêlin em restore dikin.”