Li Şaredariya Pêrtagê tifaqa qirêj a AKP-CHP’ê!

Şaredariya Pêrtagê ya AKP’î 8 mamoste û 3 xebatkarên şaredariyê ji kar derxist. Li dijî mamoste û karkerên ku mijar birin darazê, endamê Meclîsa Navçeyê yê CHP’ê parêzer Oguz Dîlek parastina şaredariyê girt ser xwe.

Şaredariya Pêrtagê ya AKP’ê 8 mamoste û 3 xebatkarên şaredariyê ji kar derxist. Li dijî mamoste û karkerên mijar birin darazê, endamê Meclîsa Navçeyê yê CHP’ê parêzer Oguz Dîlek  parastina şaredariyê girt ser xwe.

Li navçeya Pêrtag a Dêrsimê piştî ku şaredarê AKP’ê Recaî Vural bû şaredar yekem karê wî ev bû ku bi navberan 45 karker bi îdîaya ‘kêmbûna butçeyê’ ji kar derxist.  Şaredariya AKP’î ku 45 karker ji kar derxist, kesên ku nêzî AKP’ê bûn girtin kar.

LI DIJÎ MEXDÛRAN PARÊZERÊ CHP’Î

Şaredariya Pêrtagê Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Pêrtagê ku di 2011’an de ji aliyê şaredariya BDP’ê ve hatibû vekirin û di demên ku vekirîbû de bi sedan xwendekar bê pere perwerde kir jî, girt. Bi vî awayî jî bi sedan xwendekar, 8 mamoste û 3 xebatkarên dersxaneyê jî mexdûr bûn.

Mamoste û karkerên mexdûr bûn, ji bo maaş û tezmînatên wan yên ku nehatine dayîn doz li şaredariyê vekirin.  Duyemîn danişîna dozê li Dadgeha Hiqûqî ya Asliyeyê ya Pêrtagê di 17’ê Adarê de hat dîtin. Parêzeriya şaredariya AKP’î, endamê Meclîsa CHP’î Oguz Dîlek kir.

AKP Û CHP’Ê 45 MALBAT LI ŞERTÊN ZEHMET MECBÛR KIR

Mamosteyên ji ANF’ê re axivîn tiştên ku jiyan wiha vegotin: “Me li Mala Piştgiriya Perwerdeyê ku 3 salan xebat meşand, ders da nêzî 900 xwendekarî.  Me gelek xwendekarên lîse û zanîngehê perwerde kirin. Lê di pêvajoya hilbijartinan de ji ber ku me deng da HDP’ê em bûn hedefa şaredariyê.

Endamên meclîsa AKP û CHP’ê ji bo şaredarî piştgiriyê nede Mala Piştgiriya Perwerdehiyê bi hev re biryar girtin. Piştî mamoste ji kar hatin derxistin, zehmetiyên aborî hat kişandin. Bi taybet jî mamosteyên zewicandî û bi zarok. Xwendekarên perwerde didîtin jî ji pêvajoyê bi bandor bûn.  45 karker bi îdîaya ‘kêmbûna butçeyê’ hatin derxistin û li şûna wan kesên nêzî AKP’ê hatin girtin.  Vê jî rê li ber pirsnîşanan vekir. Di mexdûriyeta bi dehan malbatî de bi qasî AKP’ê para CHP’ê jî mezin bû.”

TIFAQ QIRÊJ DERKET HOLÊ

Mamosteyan bi lêv kir ku AKP û CHP’ê 45 malbat li şertên zehmet mecbûr kiriye û wiha bi dawî kirin: “Ev têkiliya qirêj, berdewama tifaqa di dema hilbijartinê de destpê kiriye. Bi parastina parêzerê ku endamê meclîsa CHP’î ye jî ev tifaqa qirêj baştir derket holê.”