PGDM: Naskirina Seyfo ji aliyê Ermenîstanê ve gelên me bêhtir nêzî hev kir
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) da xuyakirin ku biryara dîrokî ya Êrîvanê, gelên Ermenî û Suryanî yên heman trajedî hat serê wan, bêhtir nêzî hev kiriye.
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) da xuyakirin ku biryara dîrokî ya Êrîvanê, gelên Ermenî û Suryanî yên heman trajedî hat serê wan, bêhtir nêzî hev kiriye.
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê der barê biryara Parlamenta Ermenîstanê ya li ser naskirina Qirkirina Asûrî-Suryanî û Rûmên Pontûs de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku biryara dîrokî ya Êrîvanê, gelên Ermenî û Suryanî yên heman trajedî hat serê wan, bêhtir nêzî hev kiriye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku biryara Ermenîstanê, mîna sîleyekê li rûyê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ketiye, ku hînê zîhniyetê qetlîamkar diparêzin û naxwaze bi paşeroja xwe re rû bi rû bimînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mehek beriya sed saliya Seyfo/Qirkirina 1915'an, dayîna biryareke bi vî rengî, gelê me kêfxweş kir û hîn bêhtir pêşî li xebatên lobî vekir. Bi vî rengî biryar wê ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve bi wateyeke mezin bê pêşwazîkirin û welatên din teşwîq bike ku Seyfo/Qirkirinê nas bikin.
Her wiha li hemberî hêzên li Nînova, Şengal, Kobanê û Xabûrê li hemberî gelê me, li hemberî gelan komkujiyê dikin û rêxistinbûyînên sîstema paşverû, bû bersivek di cih de.
Gel bibin yek, destekê bidin hev wê karibin li hemberî zilmê bisekinin û vîna xwe bidin axaftin.
Em weke PGDM ji ber wergirtina vê biryara dîrokî dewleta Ermenî, gelê Ermenî silav dikin, hurmetên xwe pêşkêş dikin. Em şehîdên Seyfo/Qirkirina 1915'an bi rêzdarî bibîr tînin!"