AKP bi destê TOKÎ Yarimbûrgaz pêşkêşî dewlemendan dike

Taxa Yarimbûrgaz a li ser rêgeha projeya Kanal Îstanbûl e, derket holê ku ji aliyê Şaredariya AKP'yî ya Kuçukçekmece ve bi destê TOKÎ pêşkêşî dewlemendan tê kirin.

Taxa Yarimbûrgaz a li ser rêgeha projeya Kanal Îstanbûl e, derket holê ku ji aliyê Şaredariya AKP'yî ya Kuçukçekmece ve bi destê TOKÎ pêşkêşî dewlemendan tê kirin. Şêniyên taxê yên di bin sîwana Komeleya Piştgirî û Yekîtiya Taxa Yarimbûrgaz ev 8 meh in li dijî vê neheqiyê li ber xwe didin, anîn ziman ku ew ê destûrê nedin vê yekê. Serokê Komeleyê Nûrettîn Yilmaz ji ANF'ê re peyivî û got, "Zerara Kanal Îstanbûl li me nîne. Lê belê dixwazin Kanal Îstanbûl bikin hincet û me ji vir derxînin."

Komeleya Piştgirî û Yekîtiya Taxa Yarimbûrgaz, ji bo tax û şêniyên Yarimbûrgaz ên di bin dorpêçiya 'projeyên mega' yên AKP'ê de ye biparêze, ev 8 meh in kar dike. Alîkarê Serokê Komeleyê Yalçin Kir da xuyakirin ku Yarimbûrgaz di nava 21 taxên Kuçukçekmece de yek ji du taxên herî mezin e. Kir ragihand ku Yarimbûrgaz di heman demê de ji aliyê îmarê ve yek ji du taxên bi pirsgirêk e. Kir anî ziman ku li ser rêya Kanal Îstanbûl ji ber ev tax di navenda projeyên ji mîlyar dolarî yên Boforus City, TEMA Îstanbûl, Îstanbûl Saraylari, Eroglû de cih digire, dewlet bêyî mirovên li vê derê li ber çavan bigire, di bin navê veguherîna bajarvaniyê de tax xistiye nava qada rezerv. Kir anî ziman ku di vî warî de dewletê ti teblîxat nedaye şêniyên taxê û destnîşan kir ku di ser re Şaredarê Kuçukçekmeceyê yê AKP'yî Tamer Karadenîz tax ji TOKÎ re vekirî ye.

AVAHÎ WÊ WERIN VALAKIRIN

Kir da zanîn ku Şaredarê Kuçukçekmeceyê Tamer Karadenîz, bêyî haya şêniyên taxê jê hebe, ji bo TOKÎ li taxê projeyan bicih bîne, protokolek pêşkêşî endamên meclîsa şaredariyê kiriye û ev protokol hatiye qebûlkirin. Kir diyar kir ku ev rewş wê rê li ber mexduriyetên cidî veke û got, "Tevî ku hemû mirovên li vê taxê dijîn karker in û baca xwe didin jî, dixwazin avahiyên wan bikin malê cemaweriyê û vala bikin." Kir da xuyakirin ku ji ber teblîxatek ji wan re nehatiye dayîn weke şêniyên taxê ew nizanin wê bi çi re rû bi rû bimînin û da zanîn ku tax ji bo qada avahiya rezerv ne guncaw e. 

DI BERDÊLA BERTÎLÊ DE ÇAVÊN XWE LI AVAHIYÊN QEÇAX GIRTIN

Şêniyên taxê bi biryar in ku taxa xwe ya bi kedeke bi salan ava kiriye, neterikînin. Yek ji wan Serokê Komeleya Piştgirî û Yekîtiya Taxa Yarimbûrgaz Nûrettîn Ylmaz e. Yilmaz destnîşan dike ku çi dibe bila bibe ew ê taxa xwe biparêzin. Yilmaz ê ku di sala 1975'an de ji Erdexanê hat û li taxa Yarimbûrgazê bicih bû got, "Wê demê ev der erdekî vala bû. Her der şênkahî bû. Bi tenê çend avahiyên bingeha wê hatibû danîn û du çîftlîkên mirîşkan hebûn."

Yilmaz da xuyakirin ku welatiyên hatin vê taxê ji xwe re xaniyên qaçax çê kriin lê belê Şaredariyê jî di ser van welatiyan pere qezenç dikir û got, "Endezyar, mîmar geriyan, li aliyekî hilweşandin li aliyê din jî pere qezenç kirin. Bi vî rengî çavên xwe li çêkirina xaniyên qaçax girtin."

KANAL ÎSTANBÛL BAHANE YE

Yilmaz da xuyakirin ku tevî Şaredarê berê yê Kuçukçekmeceyê Azîz Yenîay soz da jî ji şêniyên taxê re îmar nehatiye dayîn û ragihand ku Yenîay soza xwe bicih neaniye, Tamer Karadenîz ê hatiye şûna wî jî vê carê tax pêşkêşî TOKÎ kiriye.

Yilmaz diyar kir ku di rewşeke asayî de divê TOKÎ li erdên dewletê kar bike, lê belê çav berdaye milkên taybet ên mirovan û got, "Eger veguherîna di cih de were kirin bila were kirin. Lê belê em TOKÎ naxwazin. Bila îmarên me bidin me, em înşaetên xwe bi xwe bikin."

Yilmaz got, "Zerara Kanal Îstanbûl li me nîne. Lê belê dixwazin Kanal Îstanbûl bikin hincet û me ji vir derxînin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Armanca wan a bi tenê derxistina me ji vir e. Di rewşeke ku Kanal Îstanbûl û projeyên mega jî amade ne de, dixwazin vê derê pêşkêşî dewlemendan bikin. Em ê destûr nedin vê û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin."

BAC TÊ DAYÎN, TAPÛ HEYE LÊ ÎMAR NÎNE

Sebahattîn Yildiz ê 70 salî ku 30 sal in li Yarimbûrgazê rûdinê anî ziman ku di wê demê de di berdêla bertîlê de şaredariyê çavên xwe li çêkirina avahiyên qaçax digirt û diyar kir ku îro şaredarî hem hildiweşîne hem jî pere qezenç dike. Yildiz got, "Li vir tapûya me ya erd û beyanê heye. Em her sal hem baca erd hem jî ya xanî didin şaredariyê. Tevî vê jî îmara me nedan me. Niha dixwazin em vê derê bi bêdengî vala bikin."