Hîmê ‘Lîseya Anadolu ya Haci Bektaş Velî’ ku li Tirkiyeyê yekem e, di rojên buhrî de hat danîn. Li dijî projeyê bertekek din jî ji Komeleya Elewî ya Demokratîk a Îzmîrê (ÎDAD) hat. ÎDAD’ê proje, şiband ‘hespê truva’ û destnîşan kir ku ji bo pêşxistina Pîrên Elewî pêwîstî ne bi dibistanên dewletê, bi Ocaxên Elewiyan hene.
Li Kuçukçekmeceya Stenbolê bi navê ‘Lîseya Anadolu ya Haci Bektaş Velî’ ku tê îdîakirin li gor qaîdeyên baweriya Elewî-Bektaşî ye, ji bo ‘pîr-bavan’ pêş bixin hîmê yekem Lîseya Elewî hat danîn. Dibistana ku bi statuya taybet wê di sala 2015-2016’an de bê vekirin wê perwerdeyê bide 600 xwendekarî.
Di mufredata dibistana ku projeya hevpar a ‘Weqfa Çand û Perwerdehiya Alîkariya Dostelî’ û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ye, îradeyên weke ‘Ligel dersên hevpar ên di perwerdehiya lîseyê de cih digirin, der barê fêrkirina Elewî-Bektaşî jî ders wê bên dayîn’, digirin. Di mufredata dibistanê de dersên wek ‘Qurana Kerîm, Çanda Îslamî û Şaristaniya wê’, ‘Di Baweriya Elewî Bektaşî de Îbadest û Pêkanîn’, ‘Pêvajoya Dîrokî ya Elewî-Bektaşî’, ‘Ketina Tasavvusê,Mutasavvifên Mezin û Hînker’ û ‘Dersa Baglama û Erkana Semahê’ hene.
Yên ji dibistanê mezûn dibin, ger bixwazin dikarin perwerdeya zanîngehê bidomînin, ger bixwazin wek pîr-bav dikarin peywir bigirin. Di hilbijartina xwendekar, mamoste û amadekarina pirtûkan de weqf û wezaret yekane mercî ne.
Wezîrê Perwerdeya Milî Nabî Avci di merasîma vekirina dibistanê de, ji bo Weqfa Perwerde û Alîkatiya Dost Elî ji bo alîkariya wan a amadekariya bernameya perwerdeya Elewiyan, spas kir. Seroka Weqfê Sakîne Tukek jî bernamzeta Herêma 3. a Stenbolê ya ji AKP’ê ye.
Rêveberên Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Îzmîrê Asîl Benler û Ersîn Ozgul proje ji ANF’ê re nirxand..
TÊ HEDEFKIRIN KU ELEWITIYÊ BI DESTHILATDARIYÊ RE BÎNIN CEM HEV
Ozgul bi lêv kir ku AKP ya ku keleha ‘îkrarê’ feth nekir, vê carê hewl dide bi hespê truva lê bide û got: “Hespê Truva jî qaşo ji Pîrên Elewî yên ku tên pêşxistin wê pêk bê. Ev dibistan her çiqas serbixwe be jî, em dizanin dewlet wê bi têgeha Elewî re rasterast di nava hevkariyê de be. Ji civaka xwezayî heta niha Elewîtiya ku di bin mêtingerî û desteserkirinê de ye, xuya ye ku aqubet, wê ber bi hevdîtina bi desthilatdariyê re dibe.”
Ozgul, Ocaxên Elewiyan ên Dêrsimê ku hatin girtin û belavkirin, bibîr xist û got ku ev ocax cihê çareserkirina pisgirêkên civakî û rêxistina hiyerarşîk a Kizilbaşan bû. Ozgul wiha berdewam kir: “Ji sedsala 15’an şûn ve hewl hat dayîn xweserbûn û rêxistinbûna Ocaxên Elewiyan bên xerabkirin û belavkirin.Ocaxên Elewiyan bi destê Osmaniyan bi dergahên Bektaşî ve hat girêdan û hewl dan bikin murîd.
MALÊN ESAS YÊN ELEWIYAN, OCAXÊN ELEWIYANE
Ozgul axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ocaxên me yên ku dibistanên me yên esas in, bê bandor hatine hiştin, hundirê wan hatine valakirin. Dewleta ku ocaxên Elewiya bi destê xwe girt, wek alternatîf li gorî krîterên xwe dibistanên ku Elewiyên xwe digihîne, vedike.”
ARMANC DIKIN KU MUXALEFETÊ NERM BIKIN
Benler jî got ku ev proje, projeya pêşxistina ‘Xizir Paşayên’ nû ne û anî ziman ku AKP hesabên nû dike. Benler wiha pêde çû: “AKP malên cemê wek ‘malên cumbuşê’ bi nav dikir û wek îbadetxane qebûl nedikir. Ev zîhniyet hîna jî neguheriye. Ev projeya niha jî bo nermkirina muxalefeta Elewî ye. Projeya dibistanê ji bo helandina Îslama Sunnî Elewî ye.”
DIXWAZIN ELEWITIYÊ BIHELÎNIN
Benler wiha pêde çû: “Alaatîn Keykubat di dema Osmaniyan de ji bo kesên nêzî xwe secere belav dikir û di nava civaka Elewî de hewl dida Sunnî Îslambûnê belav bike û dewlet jî îro bi van projeyan dixwaze Elewîtiyê bihelîne. Elewî bi salane ji bo daxwazên wekhevî û demokrasiyê têdikoşin. Nexwestine baweriya wan bi diyanetê ve girê bidin û meaşê pîran bê dayîn. Ji bo Diyanet ji holê rabe têkoşiyane.”