Ji HDP’ê ji bo pevçûnên li Yemenê daxwaza hevdîtina giştî ya Meclîsê
HDP’ê ji ber pevçûnên dijwar ên li Yemenê ji bo gotûbêjkirina helwest û pozîsyona hikûmeta AKP’ê ya li hemberî van pevçûnan daxwaza hevdîtina giştî ya meclîsê kir.
HDP’ê ji ber pevçûnên dijwar ên li Yemenê ji bo gotûbêjkirina helwest û pozîsyona hikûmeta AKP’ê ya li hemberî van pevçûnan daxwaza hevdîtina giştî ya meclîsê kir.
HDP’ê ji ber pevçûnên dijwar ên li Yemenê ji bo gotûbêjkirina helwest û pozîsyona hikûmeta AKP’ê ya li hemberî van pevçûnan daxwaza hevdîtina giştî ya meclîsê kir.
Serokwekîlê HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê daxwaz kir ku meclîs ji bo gotûbêjkirina helwest û pozîsyona hikûmeta AKP’ê ya li hemberî bûyerên dijwar û pevçûnên li Yemenê li hev kom bibe. Baluken da zanîn ku Yemen ji yek welatên di warê çandên cuda de welatê herî dewlemend ên Nîvgirava Ereban e û got ku li gel vê yekê yek ji welatên herî belengaz ên Nîvgirava Ereban e.
Baluken bal kişand ser şer û pevçûnên mezhebî yên li Rojhilata Navîn û got ku pevçûnên dijwar ên li Mezopotamya û Rojhilata Navîn di navbera mezhebên Şiî û Sunnî de destpê kirin belavî Yemenê jî bûn. Baluken bal kişand ku li Yemenê pêşî şervanên Hûsî, paşê hêzên Sûnnî û herî dawî welatên Kendava Ereban bi pêşengiya Erebîstana Siûdî û Misirê, El Qaîde û DAIŞ jî tevlî vî şerê li Yemenê bûne û ev yek rê li ber tundiyeke dijwar vekiriye.
Baluken bal kişand ser serhildana gelê Hûsî yên Şiî ku li Yemenê Îlona 2014 destpê kirin û piştre heta gihişt Çileya 2015 paytext Sana xistin destê xwe û der barê pevçûnan de agahî da.
Baluken bal kişand ser krîza li Nîvgirava Ereban û tevahiya Rojhilata Navîn û helwest hikûmeta AKP’ê û got: “Hikûmeta AKP’ê beriya niha jî di dema raperînên gel ên bi navê Bihara Ereban û pevçûnên dijwar ên li Sûriyeyê de xeletiyên gelekî mezin kir.” Baluken da zanîn ku hikûmeta AKP’ê weke alîgirê eniya Sûnnî nîşan daye û li hemberî krîza li herêmê bûye alîgir.
Baluken bal kişand ser daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirk a ku piştgiriya tevgera leşkerî ya li hemberî tevgera Hûsiyan hatiye destpêkirin û got: “Em bang li tevgera Hûsî û hêzên derve yên ku destekê didin li herêmê dest ji helwdan û nêzîkatiyên rê li ber pevçûnan vedikin û gef li aşitiyê dixwin berdin.” Baluken got ku ew weke Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ji polîtîkayên berjewendîperest ên dewletan zêdetir, dixwazin rê li ber pevçûnên ku wê rê li ber êş û janên dijwar ên di nava gelên herêmê de vekin bê girtin.