Di civîna Civata Giştî Giştî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, ku li bajarê Swîsre Cenevreyê tê lidarxistin, têkildarî sûcên mirovahiyê yên ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengal û Başûrê Kurdistanê pêk aniye de dosyayek hat pêşkêşkirin. Tê payîn ku ji civînê biryarê girîng derkevin.
Serokê Civaka Sivîl a Parlamenta Başûrê Kurdistanê Salar Mehmud diyar kir ku ji bo Civata Giştî ya li Cenevreyê, têkildarî sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li Kurdan û Kurdistanê pêk aniye de, wan gelek belge û dokuman pêşkêş kirine.
Salar Mehmud bi lêv kir ku ew çûne serdana Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî. Salar Mehmûd da xuyakirin ku gelek pirsgirêkên aborî, civakî û psîkolojîk yên bi DAIŞ’ê re li Başurê Kurdistan û Iraqê derketiye holê jî kirine mijar.
Serokê Komîsyona Civakî got; “Dîsa penaberên li Kurdistanê û yên li Şengal û navçeyên din rastî jenosîda koma terorîst hatin, jin, keç û zarokên hatine revandin jî di vê çarçoveya sûc de tên hesibandin.”
Di rûnişta îro de parlamenterên Başûrê Kurdistanê têkildarî sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Başurê Kurdistanê pêk aniye de wê projeyekê pêşkêşî Civata Giştî bikin.