Pakêta 'Ewlekariya Hundir' li Meclîsê hat qebûlkirin
Pakêt 'Ewlekariya Hundir' a ku kuştin jî di nav de erkên super dide polîsan, li dû rûniştina heta ber destê sibehê, li Meclîsê hat qebûlkirin.

"Pêşnûmeya Qanûnê ya li ser pêkanîna hin guhertinên di biryarnameyên xwedî hukmê qanûnê, hin qanûn û qanûna raye û wezîfeya polîsan" a ji aliyê AKP'ê ve hat amadekirin û di nava raya giştî de weke "Pakêta Ewlekariya Hundir" tê nasirin, li Meclîsê hat qebûlkirin.
Bi vê guhertinê re molotof kokteyl jî weke çekê tê hesibandin û erk ji polîs re tê dayîn, ku kesê molotof di dest de be, yekser bikuje. Bi qanûnê re "şal û şapik" weke unîformayê rêxistinê tê binavkirin û tê qedexekirin. her wiha yên pûşî bikar bîne û rûyê xwe bigire, wê karibin bên girtin. Polîs wê bi awayekî bê destûr karibe li ser mirovan û li wesayîta mirovan bigerin, yên wesayîtê kirê didin yekser qeyda wan li cem polîsan bên çêkirin û li malan qereqol karibin bên avakirin. Her wiha bi hinceta 'ewlekarî nîne' hin herêm wê weke 'herêma qedexe ya leşkerî' karibe bê îlankirin û herêm werin valakirin. Dema ragirtina di binê çavan de wê li şûna 24 saetan bibe 48 saet.
Pêşnûme her wiha erkeke berfireh a darizandinê de Waliyan. Li gorî vê yekê Walî wê karibe li gorî xwe mirovan bide girtin, çalakiyan bide qedexekirin û yekîneyên çekdar wezîfedar bike. Walî bixwaze wê karibe fermana dîtina kiryarên sûc bibe hêz û karmendên ewlekariyê.