'Naskirina Qirkirina Suryaniyan hêz da gelê me'

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) der barê biryara Ermenîstanê ya li ser naskirina Qirkirina Suryaniyan de got, "Di salvegera 100. de naskirina Qirkirina Suryaniyan ji aliyê Ermenîstanê ve, ji bo têkoşîn û gelê me xwedî girîngiyeke mezin e."

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) der barê biryara Ermenîstanê ya li ser naskirina Qirkirina Suryaniyan de got, "Di salvegera 100. de naskirina Qirkirina Suryaniyan ji aliyê Ermenîstanê ve, ji bo têkoşîn û gelê me xwedî girîngiyeke mezin e." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk li dîroka xwe rû bi rû nabe û hat destnîşankirin ku heta li gelemperiya cîhanê û li Tirkiyeyê Qirkirina 1915'an were qebûl kirin, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), der barê biryara Parlamenta Ermenîstanê ya li ser naskirina Qirkirina Suryaniyan de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'DIVÊ TIRKIYE BI DÎROKA XWE RE RÛ BIMÎNE'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Împaratoriya Osmanî û hevkarên wê, di sala 1915'an de li Mezopotamya û Anatoliyê, yek ji qirkirinên herî mezin ên dîroka mirovahiyê aniye serê gelên gelên Suryanî, Ermenî û Helen. Hat ragihandin ku di dema vê qirkirinê de bi mîlyonan mirov hatine qetilkirin, sirgûnkirin an jî neçarî guhertina ol hatine hiştin û hat gotin, "Gel û rewşenbîrên Ermenî ev sed sal in ji bo naskirina Qirkirinê têdikoş in. Di encama vê têkoşînê de hin welatan Qirkirina Ermeniyan qebûl kirin. Tevî vê yekê jî xwediyê mîratya Împaratoriya Osmaî Komara Tİrkiyeyê hînê qebûl nekiriye ku bi dîroka xwe re rû bi rû bimîne û Qirkirina 1915'an qebûl bike."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku gelê Suryanî ji ber ku ji aliyê hêzên serdest, bi taybetî jî ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve weke gelekî nehatiye qebûlkirin, qirkirina lê hat kirin jî hatiye înkarkirin û ev xal hat destnîşankirin:

'JI BO GELÊ ME BÛ MORAL Û HÊZ'

Di salvegera 100. de naskirina Qirkirina Suryaniyan ji aliyê Ermenîstanê ve, ji bo têkoşîn û gelê me xwedî girîngiyeke mezin e. Em ji parlamentên Yewnanîstan û Qibrisê jî li benda heman nêzîkatiyê ne. Ji ber ku gelê Suryanî bi gelên Ermenî û Helen re ji ber heman sedemê hatin qirkirin û heman çarenûs parve kiriye. Lê belê ji ber ku mîna gelên Ermenî û Helen xwedî statuyeke siyasî û dewletê nîne, bi tinebûnê re rû bi rû maye û mafên wê yên mafdar li qada navneteweyî bersiveke têrker nedîtiye. Piştî Swêdê, naskirina Qirkirina Suryaniyan ji aliyê Ermenîstanê ve, ji bo gelê me bû moral û hêzek. Ji ber ku Parlamenta Ermenîstanê qirkirina 1915'an a li hemberî gelên Suryanî û Rûm Pontûs qebûl kir, em nûner û gelê Ermenî yê bira pîroz dikin."

PEYAMA 'DEWAMA TÊKOŞÎNÊ'

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn diyar kir ku heta li gelemperiya cîhanê û li Tirkiyeyê Qirkirina 1915'an were qebûl kirin, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.