Şervanên MLKP'ê li Şengalê Mahîr Çayan bibîr anîn
Şervanên MLKP'ê yên di berxwedana Şengalê de cih digirin, di salvgera 43. de ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Mahîr Çayan ê di 30'ê Adara 1972'an de li Kizildereyê jiyana xwe ji dest da, bibîr anîn.
Şervanên MLKP'ê yên di berxwedana Şengalê de cih digirin, di salvgera 43. de ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Mahîr Çayan ê di 30'ê Adara 1972'an de li Kizildereyê jiyana xwe ji dest da, bibîr anîn.
Şervanên MLKP'ê yên di berxwedana Şengalê de cih digirin, di salvgera 43. de ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Mahîr Çayan ê di 30'ê Adara 1972'an de li Kizildereyê jiyana xwe ji dest da, bibîr anîn. Sê ji şervanên MLKP'ê yên di berxwedana Şengalê de cih digirin, der barê rojê de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
'MLKP RUHÊ MÎLÎTANIYÊ YÊ MAHÎR DEWAM DIKE'
Şervanê MLKP'ê Tûncay Mazlûm ê di berxwedana Şengalê de cih digire anî ziman ku kevneşopiya şoreşgerî ya Mahîr Çayan afirand di dîroka şoreşa Tirkiyeyê de veguherînên radîkal afirand. Tûncay Mazlûm got, "Dema Mahîr tê gotin, temsîliyeta demekê ya tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê tê bîra mirovan. Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya di dîroka şoreşê ya Tirkiyeyê de rêyeke nû vekirin û mîrateyeke şoreşgerî afirandin. Di dema ku wan ev kevneşopî dan destpêkirin de li Tirkiyeyê evîzyonîzm, qanûnperestî û reformîzm serdest bû. Tevî ku gelekî ciwan û bê tecrûbe bûn jî, van her sê rêberên şoreşger ên leheng, kevneşopiya têkoşîneke mîlîtanî ya radîkal dan destpêkirin. Bê tecrûbe bûn, ciwan bûn, nû bûn lê bi îsyanê tijî bûn. Ew pêşeng xwedî xeyalan bûn. Di ser şehadeta Mahîran re 43 sal derbas bûn. Tevî ku demeke ewçend dirêj di ser re derbas bûye jî em xwedî li vê mîrate û kevneşopiyê derdikevin, bi pêş ve dibin û ji bo vê jî têkoşîna xwe mezin dikin. Em şehîdên Til Temir û Alyad êndi rojên dawî de şehîd ketin, ku li heman demê rast hatin, bi heman watedariyê bibîr tînin."
Tûncay Mazlûm anî ziman ku mîlîtanên MLKP'ê ji pêşengên şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê sûdê werdigin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Mahîr Çayan yek ji lîderên şoreşger ên salên heftêyî ye. Mîrateya wî ya siyasî, ji aliyê hin tevgerên cuda yên siyasî ve tê dewamkirin, hewl tê dayîn were dewamkirin. Partiya me MLKP xwedî li vî ruhê mîlîtanî yê Mahîr derdikeve. Li hemû qadên em lê têdikoşin, îro li Şengalê em xwedî li kevneşopiya Mahîran derdikevin, têkoşîna wan dewam dikin. Partiya me di têkoşîna xwe de tevî Mahîr Çayan, xwedî li mîrateya Kaypakkayan, Denîzan, Mazlûman û Egîdan derdikeve û weke rêberê xwe qebûl dike. Ji wan hêz û enerjiyê werdigire. Lewma em Mahîran, Denîzan, Kaypakkayayan, Egîdan, Mazlûman û hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin."
'DEWLETA FAŞÎST BI DESTÊ DAIŞ'Ê ÊRÎŞÎ MIROVAHIYÊ DIKE'
Tûncay Mazlûm bal kişand ser têkoşîna şoreşgerî ya li Kurdistanê û got, "Mahîr Çayan û rêhevalên wî, ji bo pêşî li darvekirina Denîzan bigirin berê xwe dan Kizildereyê lê belê ji aliyê dewleta faşîst ve hatin qetilkirin. Mahîr Çayan û hevalên wî wezîfedarên Amerîkî revandin û dixwestin rêhevalên wan serbest bên berdan. Ev yek helwesteke watedar bû. Mahîr, girîngiya Denîzan ji bo şoreşa Tirkiyeyê dizanîbû. Hay jê hebû ku darvekirina wan, wê derbeke mezin li têkoşîna şoreşgerî ya Tirkiyeyê bixe. Ji bo pêşî li vê bigire canê xwe danî holê, ev yek sekneke geekî watedar e. Şoreşgerên Tirkiyeyê yên dewamkarên vê sekin û mîrateyê ne, divê vê mîrateyê hîn xurtî fêm bikin û bicih bînin. Cihê bicihanîna vê yekê jî şerê li Kurdistanê ye. Li vê derê dewleta Tirk a faşîst hem bi xwe hem jî bi destê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî mirovahiyê dike. Li dijî van êrîşan divê di rêya Mahîran de, bi hêza ji vê mîrateyê tê wergirtin de piştevaniya têkoşîna şoreşgerî bê dewamkirin. Îro li Şengal, Kobanê, tevahiya Rojava û Bakurê Kurdistanê têkoşîna hevpar a li dijî vê, sekin û ruhê Mahîran e. Ji bo serketinê divê ev yek were kirin. Partiya me ji bo dewamkirina vî ruhî di nava hewldanên mezin de ye û li her qadên têkoşînê xebatkar û kadroyên mîlîtan ên partiya me mîrateya şoreşgerî ya Mahîran dewam dike. Bi têkoşîna Kurdistanê de têkoşîna lid ijî dewleta Tirk a faşîst, wezîfeya ruhê salên heftêyî ye. Piştî ku partiya me ji bo vî ruhî hat Kurdistanê, rêxistinên cuda yên şoreşger ên Tirkiyeyî jî berê xwe dan vê derê. Ev yek serketina ruhê şoreşgerî ye."
'WÊREKÎ Û ÎDÎA RUHÊ ŞOREŞGERÎ YE'
Şervanê MLKP'ê Mahîr Cevahîr jî da xuyakirin ku hevaltiya mewziyê ya berxwedana Şengalê û Şoreşa Rojava, pêwendiya xwe bi ruhê pêşengên şoreşa Tirkiyeyê heye û got, "Çalakiya Rêber Mahîr Çayan, wêrekiya şoreşgerî, îdîa û rêhevalî weke mîrateyê ji tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê re hişt."
Mahîr Cehavîr hest û ramanê xwe der barê mijarê de bi vî rengî parve kir: "Beriya her tiştî ez Mahîr Çayan ê ku mîna mîxekî zêr li dîroka şoreşgerî ya Tirkiyeyê ket, bi rêzdarî bibîr tînim. Di kesayetiya wî de hemû şehîdên şoreşê û sosyalîzmê bibîr tînim. Çalakiya Rêber Mahîr Çayan, wêrekiya şoreşgerî, îdîa û rêhevalî weke mîrateyê ji tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê re hişt. Ev wêrekî, îdîa û rêhevalî ruheke, ruhekî şoreşgerî ye. Yên ku ev ruh afirandin Mahîr Çayan û rêhevalên wî ne. Derxistina vî ruhî û meşa bi vî ruhî re, di roja îro de ancax bi xeyalên şoreşgerî dibe. Tevlîbûna hêzeke me ya mutewazî ya li Şoreşa Rojava û azadkirina Şengalê, xwedîderketina li mîrateya Mahîr Çayan û rêhevalên wî ye. Mahîr Çayan û hevalên wî ji bo rêhevalên xwe ji darvekirinê rizgar bikin, şehîd ketin. Em jî di nava gelê Kurd ê bi salan hatiye talankirin de, ji bo şoreşa gel, ji bo têkoşîna azadiyê şehîd dikevin, heman sifreyê parve dikin, heman nanî dixwin. Mezinahiya çalakiya şoreşgerî pêwendiya xwe bi cewherê re heye. Di rêya rêberên şoreşger ên salên heftêyî de em îro hatin Şengalê. Em hewl didin li Şengalê vî ruhê emanetî me hatiye kirin, xeyalên wan bidin jiyîn. Haya me jê heye ku bar û berpirsyariyên me giran in. Bi ruhê Mahîr Çayan re em hewl didin di nava têkoşînê de cih bigirin."
'RUHÊ KIZILDERE LI ŞENGALÊ JI NÛ VE DERKETIYE HOLÊ'
Ji şervanên MLKP'ê Dîren Guney jî bal kişand ser piştevaniya şoreşgerî û hestên şoreşgerî û got, "Li cihekî gelekî dûrî Kizildereyê, em Mahîran li Şengalê bibîr tînin. Ji gelek aliyan ve rewşeke watedar e. Mahîr bi rêhevalên xwe re ji bo Denîzan ji îdamê rizgar bikin çûn Kizildereyê. Dewleta faşîst Mahîr û rêhevalên wî qetil kir. Piştî bi salan li Rojava şoreşek pêk hat. Çawa ku gihaştina Mahîran a li Kizildereyê dewleta tirsonek xist nava panîkê, serdest li pêşberî Şoreşa Rojava jî ketine nava panîkê. Pêkhatina şoreşa Kurdan û avabûna rêveberiyên vê şoreşê, tirs xist nava dilê heman dewletê. Lewma mîna ku li Kizildereyê kir, dewletê hewl da vê şoreşê jî bifetisîne. Di demeke bi vî rengî de partiya me MLKP a kevneşopiya şoreşgerî ya Mahîran ji xwe re esas digire, bi vî ruhî çû Rojava ji bo parastina şoreşê, çû Şengalê ji bo azadkirian civata mazlûm Êzidî. Li Şengalê çeteyên DAIŞ'ê hewl dan komkujiyeke mezin bikin. Li dijî vê Tevgera Azadiyê ya Kurd bi sekna xwe ya şoreşgerî re bi hawara civata Êzidî hat û ew ji komkujiyeke mezintir rizgar kir. Niha jî ji bo azadiya Şengalê têdikoşe. Mîlîtanên partiya me jî tevî vî şerî bûn û têkoşîn mezin kirin. Ruhê Kizildere îro li Şengalê ji nû ve rastiya xwe nîşan daye."