Yên di qezayê de mirin wê li Til Ebyadê bên veşartin

12 Sûriyeyên ji 13 kesên di qezaya trafîkê ya li Rihayê de jiyana xwe ji dest dan, wê li Til Ebyadê werin veşartin.

12 Sûriyeyên ji 13 kesên di qezaya trafîkê ya li Rihayê de jiyana xwe ji dest dan, wê li Til Ebyadê werin veşartin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 3 malbatên Sûriyeyî yên li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê diman, Şemiya bihurî sînor derbas kirin û hatin navçeya Riha Kaniya Xezalan. 

Mînîbusa malbatên Sûriyeyî ku roja Yekşemê ji bo kar ket ser rêya Enqereyê, di kîlometreya 50. de qeza kir û di encamê de 9 kes li cihê bûyerê 4 kes jî li nexweşxaneyê bi giştî 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyê Sûriyeyiyên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî, rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf. 

Hat ragihandin ku xizmên Sûriyeyiyan ên bi bûyerê kesiyan û di encama hewldana wan de wê cenazeyên wan li bajarê Til Ebyadê werin veşartin. Cenazeyê Feyîz Ramazan, Betul Ramazan, Halît Ramazan, Îkbal Selîm, Emel Îcîl, Hatîn Heçel Selîm, Ridvan Hasan, Semah Selîm û 4 zarokên keç ên nasnameya wan nehat tespîtkirin wê radestî xizmên wan bên kirin.