Doza komkujiya Liceyê wê di 1'ê Nîsanê de dewam bike

Doza 2 leşkerên payebilind ên di doza komkujiya Liceyê de bi awayekî negirtî tên darizandin, wê roja Çarşemê li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dewam bike.

Doza 2 leşkerên payebilind ên di doza komkujiya Liceyê de bi awayekî negirtî tên darizandin, wê roja Çarşemê li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dewam bike.

Di gilînameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin de, der heqê kuştina 16 kesan de ku Fermandarê Jenderme yê Herêmê Tûggeral Bahtiyar Aydin jî di nav de bû, hat xwestin ku bersûs Eşref Hatîpoglû û Tunay Yanardag ji ber sûcên "Bi zanebûn kuştina mirovan", "Teşwîqkirina gel ji bo îsyan û qetilkirina hev" û "Ji bo sûc bike rêxistin ava kirine" yên TMK, bi cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî û cezayê hepsê yê 24 salan werin cezakirin.

Doz di destpêkê de bi hinceta ewlekariyê ji bo Eskîşehîrê hatibû veguhastin, lê belê ji ber ku li vî bajarî Dadgeha bi TMK re erkdar nebû dosya ji 5. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind re hatibû şandin û Dadgeha Bilind jî dosya ji 1. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê re şandibû. Di rûniştina destpêkê ya 13'ê Hezîrana 2014'an a li vê dadgehê de, biryar hatibû dayîn ku darizandin bê rawestandin û ji bo wergirtina destûra lêpirsînê dosya ji Wezareta Edaletê re were şandin.

Ji parêzerên aliyê mexdûr Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî got, "Di bersiva ji HSYK hat de hat gotin, ku bi guhertina di Cotmeha bihurî de hat kirin re, di sozên bi vî rengî de pêwîstî bi destûreê nîne û divê darizandin yekser bê kirin."