HDP/HDK: Şehîdên Kizildereyê rê nîşanî me didin

Desteya Rêveber a HDP û Desteya Rêveber HDK'ê, ji ber salvegera Komkujiya Kizildere ya sala 1972'an daxuyanî dan.

Desteya Rêveber a HDP û Desteya Rêveber HDK'ê, ji ber salvegera Komkujiya Kizildere ya sala 1972'an daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat ragihandin ku Mahîr Çayan û hevalên wî mînakeke girîng a piştevaniya şoreşger in û hat gotin, "Weke sembolên berxwedana li dijî faşîzmê, di têkoşîna me ya azadî û wekheviyê de rê nîşanî me didin."

HDP: ÇALAKIYEKE NEYÊ JI BÎR KIRIN E

Di daxuyaniya HDP'ê de hat gotin, "Mahîr Çayan, Hudaî Arikan, Cîhan Alptekîn, Nîhat Yilmaz, Ertan Sarihan, Ahmet Atasoy, Sînan Kazim Ozudogrû, Sabahattîn Kûrt, Omer Ayna û Saffet Alp, li gundê Kizildere yê Nîksarê, di encama Operasyona Hêzên Taybet a bi desteka Hêzên NATO'yê hatin qetilkirin. Vê yekê şopeke neyê ji bîr kirin di dil û mejiyê gelên me de hiştiye. Bûyerên di wan rojan de qewimîn, zilma ku serdestên li Tirkiyeyê ji bo dewam kirina mêtîngerî û rejîma xwe ya zordar meşandine û nefreta li gel û şoreşgeran, nîşan dane."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku berxwedan û Komkujiya Kizildereyê, darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan a di 6'ê Gulana 1972'an, berxwedana 18'ê Gulana 1978'an a Îbrahîm Kaypakkaya li îşkencexaneya Amedê û qetilkirina wî, bi dersên mezin dagirtî ne û hat gotin, "Ji nava van dersan a herî girîng, biryardarî û berxwedêriya şoreşgeran; tevî hemû cudahiyên rêxistinî û siyasî jî fedakirina canên xwe ji bo hev û xeyalên hev e. Çalakiya Mahîr Çayan û hevalên wî ya ji bo rizgarkirina Denîz Gezmîş û hevalên wî yên li ber sêdarê bûn, çalakiyeke neyê ji bîr kirin e. Wan, weke zarokên Kurd, Tirk, Laz, Çerkes, Ereb, Suryanî, Ermenî, Elewî, Sunî, Xiristiyan weke ewladên hemû gelên bindest li ber xwe dan."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna gelê Kurd a bi dehan salan e dimeşîne û qonaxa heyî ya vê têkoşînê, nabe ku ji mîrate û ezmûna xeta berxwedanê ya Mahîr, Denîz, Îbo, Mazlûm Dogan û Kemal Pîran cuda were nirxandin.

HDK: DI TÊKOŞÎNA ME YA AZADÎ Û WEKHEVIYÊ DE RÊ NÎŞANÎ ME DIDIN

HDK'ê der barê Komkujiya Kizildereyê de ev daxuyanî da:

"Komkujiya Kizildere ku di têkoşîna şoreşgerî ya Tirkiyeyê de yek ji nuqteyên diyarker e, ji ber ku bi armanca rawestandina darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan hat kirin, di dîroka me ya têkoşînê de yek ji mînakên girîng ên piştevaniya şoreşgerî ye. (...) Di serî de Mahîr Çayan hemû şehîdên Kizildereyê yên di têkoşîna sosyalîzm û azadiya gelên Tirkiyeyê de canê xwe efda kirin, weke sembolên biryardarî û berxwedana li dijî faşîzmê, wê her tim di têkoşîna me ya azadî û wekheviyê de rê nîşanî me bidin."