Komîsyona hilbijartinê ya Mannheimê civiya
Li Mannheimê, komîsyona hilbijartinê ya ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat avakirin, civîna xwe ya heftane ya asayî lidar xist.
Li Mannheimê, komîsyona hilbijartinê ya ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat avakirin, civîna xwe ya heftane ya asayî lidar xist.
Li Mannheimê, komîsyona hilbijartinê ya ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat avakirin, civîna xwe ya heftane ya asayî lidar xist. Civîn bi beşdariya zêdeyî 100 kesî pêk hat.
Civîn li navenda Civaka Kurd a Lûdwîgshafenê duh saet di 13:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê destpê kir.
Li ser navê Komîsyonê Cano Yildiz peyivî û diyar kir ku qeyda hilbijêran qediyaye û êdî ew derbasî qonaxa duyemîn, qonaxa propaganda hilbijartinê bûne.
Yildiz da xuyakirin ku weke pêkhateyên HDP'ê ew ê heta 8'ê Gulanê panel, civînên gel û şevan organîze bikin û got, "Niha li Mannheimê atmosfereke me ya hilbijartinê heye. Li Mannheimê 9 buroyên me yên piştevaniya HDP'ê hene. Gelê me dikare werin van buroyan û agahiyan werbigire.
Di 5'ê Nîsanê de bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû ew ê li Navenda Civaka Kurd a Lûdwîgshafenê panelekê lidar bixin.
Di 18'ê Nîsanê de jî em ê li lokala ATÎF a li Lûdwîgshafenê panelekê organîze bikin.
Di 3'ê Gulanê de em ê li Mannheimê şeveke mezin pêk bînin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî wê beşdar bibe.
Heta niha li Mannheimê me xwe gihandine 5 hezar kesî. Piştî vê şevê em ê derbasî qonaxa sêyemîn bibin û van 5 hezar kesên me xwe gihandine wan bi awayekî komî bibin ji bo dengdanê.
Di şeva 7'ê Hezîranê de li serî de li Tirkiyeyê em ê li her devera cîhanê serketina xwe pîroz bikin."