Ji DBP'ê peyama Kizildere

DBP'ê şoreşgerên di komkujiya li Kizildere de hatin qetilkirin bibîr anî, gotina Ocalan a "Israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûyînê de ye" bibîr xist û got, "Em bi biryar in ku ala ji destê hevalên xwe girtine, bilind bilind bikin."

DBP’ê Mayîr Çayan, Omer Ayna, Cîhan Alptekîn, Ahmet Atasoy, Nîhat Yilmaz, Ertan Saruhan, Sînan Kazim Ozudogru, Sabahattîn Kurt, Hudaî Arikan û Saffet Alp ên beriya niha bi 43 salan li Kizildereyê hatin qetilkirin, bibîr anî.

DBP’ê di peyama xwe de got: "Bi komkujiya Kizildereyê re, li komkujiyên li dijî xeta berxwedana li hemberî koledariyê, yeka din zêde bûye. Serdestan careke din ragihandine ku ew ê li dijî kesên li hemberî dîktatoriya wan disekinin, polîtîkaya komkujiyê bimeşînin."

DBP’ê bi lêv kir ku komkujiyan gelê Kurd û Tirk ji têkoşîna wan nekiriye û wiha pê de çû: "Em wek şopdarên kevneşopiya sosyalîst, wek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye; bi şîara 'Israra di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye' em ê ala hevalên xwe hil bidin û bilind bikin. Em bi vê biryarê kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane carek din bibîr tînin û soza pêkanîna xeyalên wan dubare dikin."