Serokê Sendîkayê ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ye
Serokê Giştî yê Sendîkaya LÎMTER-Îş Kanber Saygili ev 13 roj in di greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî de ye. Der barê berxwedana Adore de hevdîtina krîtîk wê sibehê pêk were.
Serokê Giştî yê Sendîkaya LÎMTER-Îş Kanber Saygili ev 13 roj in di greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî de ye. Der barê berxwedana Adore de hevdîtina krîtîk wê sibehê pêk were.
Serokê Giştî yê Sendîkaya LÎMTER-Îş Kanber Saygili ev 13 roj in di greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî de ye. Der barê berxwedana Adore de hevdîtina krîtîk wê sibehê pêk were.
Serokê Giştî yê Sendîkaya LÎMTER-Îş a DÎSK'ê Kanber Saygili ev 13 roj in di greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî de ye. 4 karkerên Adore yên ji ber endamê sendîkayê ne ji kar hatin avêtin, bi greva birçîbûnê ya ji rojekê re, tevlî vê berxwedanê bûn.
PATRON CHP'YÎ YE
Kargeha ku endamên CHP'ê Esîn Yurur û Cuneyt Yurur xwediyê wê ne, karkerên depoyên xwe yên li Tûzlayê, ji ber endametiya wan a li Sendîkaya LÎMTER-Îş'ê yek bi yek ji kar avêt. Ji karkerên endamên sendîkayê 6 jê ji kar hatin derxistin, yek jê ji ber mobîngê, neçar ma ji kar derkeve.
Karkerên ku li ber kargeha li Orhanli ya Tûzlayê dest bi berxwedanê kirin, konê xwe piştre rakirin ber firoşgeha li Caddebostan. Her wiha li ber firoşgehên li Stenbolê yên pêlîstokên Adore lê tên firotin, çalakî hatin lidarxistin.
SEROKÊ GIŞTÎ YÊ SENDÎKAYÊ EV 13 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE
Berxwedan îro di roja 38. de ye. Di nava vê berxwedanê de greveke birçîbûnê jî heye. Serokê Giştî yê Sendîkaya LÎMTER-Îş'ê Kanber Saygili ev 13 roj in di greva birçîbûnê ya bêdorveger û bê dawî de ye. 4 karker jî bi greva birçîbûnê ya ji rojekê re tevlî berxwedanê bûne.
BERXWEDANA LI DIJÎ KONFORMÎZMA SENDÎKAYÎ
Saygili di roja 13. a greva birçîbûnê de ji ANF'ê re peyivî û ji bo pirsa "Weke serokê giştî yê sendîkayekê hûn çima di greva birçîbûnê de ne?" ev bersiv da: "Çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyeke her tim bê tercîhkirin nîne. Lê belê ne çalakiyeke ku bi tenê li girtîgehan tê lidarxistine. Ji bo bandora berxwedanê mezin bikin, ji bo raya giştî bixin nava tevgerê, ji bo dest li feraseta sendîkayî ya konformîst werdin û ji bo ji hevalên xwe yên karker re bibin mînak, li cem konê berxwedanê me greva birçîbûnê jî dan destpêkirin."
Saygili her wiha destnîşan kir ku berxwedana wan li dijî polîtîkayên AKP'ê yên dijminatiya li karker û sendîkayan e.
HEVDÎTINA KRÎTÎK SIBEHÊ YE
Piştî çalakiya duh a karkerên Adore ya li ber firoşgeha Adore ya li AVM a Îstînyeyê, karsaz biryar da ku bi sendîkayê re li dora maseyê rûnê.
Der barê hevdîtina sibehê saet di 16:00 de Serokê Giştî yê Sendîkaya LÎMTER-Îş'ê Kanber Saygili got, "Em nêzî li hevkirinê ne. Lê belê eger li hev neyê kirin hem greva birçîbûnê hem jî wê berxwedan dewam bike. Di vê mijarê de em bi biryar in."