Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li paytexta Elmanya Berlînê beşdarî civîna gel bû û di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an berhema darbeya 12'ê Îlonê ye. Demîrtaş anî ziman ku ev bend, ji bo pêşî li temsîliyeta bindestan a li Meclîsê were girtin, hatiye anîn. Serdana Demîrtaş a li Mala Cem a Berlînê jî rastî eleqeyeke mezin hat.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Berlînê beşdarî civînek gel a li Berlînê bû. Di civîna li Estrel Hotelê de, ji ber ku beşdariyî ji kapasîteya salonê gelekî zêdetir bû, li salonê îzdiham rû da.
Demîrtaş di axaftina xwe ya li civînê de anî ziman ku HDP'ê hemû bindest û pêşverûyên li Tirkiyeyê li hev civandiye û destnîşan kir ku bala hemû cîhanê li ser vê partiyê ye ku wê bi çi rengî aştiyê bîne Tirkiyeyê.
Demîrtaş da zanîn ku benda ji sedî 10'an a hilbijartinê, bi armanca pêşîgirtina li temsîliyeta bindestan ji aliyê cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlonê ve hatiye anîn û got, "AKP niha li ber xwe dikeve ku çima ev bend nekiriye ji sedî 20. Lê bend kiribûna ji sedî 20, me yê ji sedî 25 ê dengan werbigirta."
Demîrtaş diyar kir ku ji ber bi namzetên serbixwe beriya niha tevlî hilbijartinan dibûn dengên li derveyî welat nedigihaşt wan, lê ji ber ku niha weke partî tevlî dibin bi dengên ji derveyî welat were re ew ê bendê derbas bikin û ji her kesî xwest ku xwedî li dengê xwe derkeve.
Demîrtaş ragihand ku rewşa heyî ya HDP'ê ne li cihekî xerab e lê ne li cihê ew dixwazin e û anî ziman ku divê ti kes bi xemsarî tevnegere, her kes mîna kadroyekî HDP'ê li tax, mal û kargehan bixebitin û dengan kom bike. Demîrtaş destnîşan kir ku encax bi xebateke bi vî rengî ew dikarin di 7'ê Hezîranê de pêşî li desthilatdariya AKP'ê ya bi tena serê xwe bigirin.
Demîrtaş, piştî axaftina xwe ya li Estrel Hotelê Mala Cem a Berlînê ziyaret kir.
Serokê Civata Elewiyan a Berlînê Halît Buyukgol li Mala Cem peyivî û diyar kir ku êdî divê mejiyê faşîst bitirse. Demîrtaş jî da xuyakirin ku Elewiyan di tevahiya dîrokê de drameke mezin dîtine, êşên mezin kişandine û got, "Gotina 'siyasetê nekin' a ji Elewiyan re bê gotin, tê wateya; hûn nejîn. Elewiyan heta niha kesek neşewitandin. Kes ne êşand. Mala kesekî nîşan nekir. Eger ji Elewiyan ditirsin ev tirsa wan ji ber anîna demokrasiyê ye. Hilbijartinên 7'ê Hezîranê firsendeke mezin e. Em vê firsendê ji dest nerevînin. Em xwedî vê hêzê ne."