Li Saarbruckên resepsiyona Newrozê
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, bi beşdariya saziyên biyanî resepsiyona Newrozê hat dayîn.
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, bi beşdariya saziyên biyanî resepsiyona Newrozê hat dayîn.
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, bi beşdariya saziyên biyanî resepsiyona Newrozê hat dayîn.
Navenda Civaka Demokratik a Kurdên (NCDK) li Saarlandê, duh saet di 19:00'an de, li avahiya şaredariya Saarbrückênê di salona kevnare de Resepsyona newrozê li dar xist.
Nûnerên şaredariya Saarbrucken, ên partiyên siyasî, sendîqe, nûnerên saziyên mafê mirovan, biyaniyan û civakên olî, ji 40 saziyên biyanî bi giştî 100 kes li vê resepsyonê amade bûn.
Bi pêşkêşkirina Rûken Tosûn resepsyonê heta saet 22:00'an dom kir. Hevserokê NCDK Gernas Gezîcî axaftinek ser rewşa Kurdên li Elmanya kir û bi taybetî nenaskirina nasnameya Kurd weke kêmnetewe rexne kir û bala mêvanan kişand ser rewşa heyî.
Hêlîn Tosûn jî bi pêşkêşkirina sinevizyonekê re wate û girîngiya Newrozê ji bo Kurdan, ji mêvanan re ragihand.
Dîlan Akdogan ji delegasyona Ciwanên Azad ên Saarlandê ku çûbû Pirsûsê û seredana kampên penaberan kiribû, li ser vê serdanê sînevîzyonek amadekiribû û rêya vê sînevîzyonê rewşa penaberên li wir û ya terora DAIŞ'ê anî ber çavan. Ji bilî vê jî danasîna sîstema kantonên Rojava û xweseriya demokratîk ji mêvanan re kir.
Di beşa muzîkê de, Hozan Sefkan bi tembûra xwe û awazên Kurdî mêvan mest kir. Resepsyona Newrozê bi vexwarin û xwarinên Kurdî bi dawî bû.