HDP a ku di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de li Ewropayê bi îdîa ye, xebatên xwe yên bi gel re berdewam dike. Li bajarê Metz ê Fransayê û bajarê Freîburg ê Elmanyayê bi beşdariya bi sedan kesî panel pêk hatin.
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li paytexta herêma Lorrînae ya Fransayê Metzê bi beşdarbûna 400 kesî panel pêk hat. Panelên ku Federasyona Yekîneyên Elewiyan û meclîsên gel ên bajarê Metz û Saînt Avold piştgirî dan, Alîkarê Hevserokê HDP’ê Alp Altinors û li ser navê ABF’ê Suleyman Arslan beşdar bû.
Der barê hilbijartinan de nirxandin hatin kirin û hat gotin ku 7’ê Hezîranê de yekane hêza ku gelê bindest temsîl dike HDP ye. Di panelê de girîngiya HDP’ê ya piştî hilbijartinan jî hat nirxandin û hat gotin ku yekane hêza li pêş AKP û Erdogan HDP ye.
Bi sedan kes beşdarî panelê bûn û li ser xebata piştgiriya ji bo HDP’ê û pirsgirêkên têkildarî welat de nîqaş kirin.
ALTINORS: ME DÎT KU WÊ HDP’Ê FÊM BIKIN Û LI GEL WÊ BIN
Altinors bi lêv kir ku aliyên ku berê nehatibûn cem hev îro hatine gel hev û got: “Pêkhateyek gelek dewlemend niha heye.Elewî, Kurd, Tirk, Çerkez, aliyên oldar bi saya HDP’ê hatin cem hev.” Altinors li ser girîngiya civînên bi armanca piştgiriya HDP’ê tê kirin sekinî û got: “Li Ewropayê amadekirina hilbijartinan a bi civînên wiha gelek baş e. Mirovan pirsên xwe pirsîn, di hişê wan de çi hebûn bi awayekî vekirî îfade kirin. Îro zelalbûna li vê salonê derketiye holê, li herêma Alsace Lorraîne wê wek qezencek ji bo HDP’ê vegere.
Welatiyên ji ber sirgûn an jî pirsgirêkên aborî hatine Ewropayê, di van hilbijartinan de xwe ligel HDP’ê dibînin. Me di civînên gel de dît ku ew ligel HDP’ê ne û HDP’ê fêm dikin. Civînên me yên li bajarên din ên Ewropayê jî wê encamên baş bidin.”
KOÇ: HEDEFA AKP’Ê TINEKIRINA PKK'Ê YE
Li bajarê Freîburgê jî civînek pêk hat û Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç beşdarî civîna li Navenda Civaka Kurd a Freîburgê pêk hat bû.
Koç ku bang li girseya ku salon tijî kiribû, kir der barê xebatên 7’ê Hezîranê de jî nirxandin kir. Koç anî ziman ku hedefa herî mezin a AKP’ê ev e ku PKK’ê tasfiye bike û anî ziman ku bi têkoşîna gelê Kurd û nûneran re dewlet neçar ma li maseya çareseriyê rûne.
Koç axaftina xwe wiha berdewam kir: “Serketina HDP’ê wê destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bike. AKP ji bo pêşî li vê serketinê bigire, serî li her rê dide. Lê HDP wê van lîstikan xera bike û serketina xwe îlan bike. Hilbijartinên 2015’an ji bo me stratejîk e.Ji bo hilbijartinan divê em bikevin her malekê. Em tenê nêrîneke ku komîsyonên hilbijartinê tenê bixebitin, qebûl nakin. Her kes divê xwe peywirdar bibîne û di xebatan de cihê xwe bigire. Divê me derdora xwe îqna dikin. Divê em pir bixebitin.”