Li Adore berxwedanê qezenç kir
Karkerên Adore yên ku ji ber endametiya xwe ya li sendîkaya Lîmter-Îş a DÎSK'ê ji kar hatin derxistin û ev 39 roj in li ber xwe dide, hemû mafên xwe qezenç kirin.

Hevdîtina li ser mijarê ya di navbera karsaz û sendîkayê de îro pêk hat.
Li gorî agahiyên Serokê Giştî yê Sendîkaya Lîmter-Îşê Kanber Saygili yê 15 roj in li konê berxwedanê di greva birçîbûnê de ye, wê ji karkeran re tazmînata sendîkayî ya ji 16 mehaneyan, tazmînatên îxbar û qidemê, heqê rê û kar û heqê rojên berxwedanê, were dayîn.
Protokola lihevkirinê hat îmzekirin.
Saygili diyar kir ku ew li bendê ne îro heqê karkeran were dayîn û got, "Piştî dayîna heqê karkeran wê berxwedan bi dawî bibe."