Asûrî-Suryanî-Keldaniyan ên ji rêxistin û partiyên siyasî yên cuda, ji bo êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Til Temir û gundên Asûrî-Suryaniyan ên li Xabûrê protesto bikin û ji bo bala raya giştî ya cîhanê bikşînin ser Xabûrê li navçeya Stockholm Sodertalje duh çalakiyeke hevpar lidar xistin.
Çalakî tevî serma û baranê li Meydana Morentorget a li navenda navçeyê destpê kir. Asûrî Suryaniyan bi hilgirtina al û dowîzan re ber bi Meydana Storatorget a konê greva birçîbûnê lê hatiye vedan, meşiyan.
GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Girseya gel di meşê de bi dirûşman, çeteyên DAIŞ'ê protesto kir û berxwedêrên Kobanê, Til Temir û Xabûrê silav kir. Li Meydana Storatorgetê nûnerên partî û rêxistinên Asûrî-Suryanî û Keldaniyan axaftin kirni.
Di axaftinan de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo Rojhilata Navîn ji etnîk û olên cuda paqij bike tevdigerin, lewma Asûrî-Suryanî, Êzidî û Kurdên li herêmê hedef hatine girtin. Hat destnîşankirin, ku ji ber vê yekê divê hemû gelên herêmê yên rastî zext û zordariyê tên, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi hev re têbikoşin.
Piştî stranên bi zimanê Suryanî, xwepêşandêr hemû bi hev re çû Dêra Suryaniyan a li navçeyê. Çalakgeran wêneyên şervanên Konseya Leşkerî ya Suryanî yên li Til Temir û Xabûrê jiyana xwe ji dest dan li pêşiya maseyê bicih kirin û ji bo bîranîna wan deqeyek rêz girtin.
'DAIŞ DIXWAZE ASÛRÎ-SURYANIYAN JI HERÊMÊ BIBE'
Serokê Meclîsa Şaredariya Sodertalje Besîm Aho di axaftina xwe ya li vê derê de ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo Asûrî-Suryaniyan bi temamî ji herêmê bibin êrîş dikin û destnîşan kir, ku di serî de Neteweyên Yekbûyî, girîng e cîhana derve bêdeng nemîne.
Aho ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku biryara xwe ya ji bo avakirina herêma ewle ji bo Asûrî Suryaniyan bixe meriyetê.
Di vê navberê de çalakgerên greva birçîbûnê yên 5 roj in çalakiya xwe dimeşînin, li dêrê dawî li çalakiya xwe anîn.
Hin ji Asûrî-Suryaniyên tevlî çalakiyê bûn, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
Li ser navê Partiya Çep endamê Meclîsa Şaredariya Sodertalje Saît Yildiz diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê, ji ber ku gundên Asûrî-Suryaniyan ên li Xabûrê bê rêxistin û parastin bû, hedef girtine û destnîşan kir ku hemû rêxistinên Asûrî-Suryanî yên li Iraqê jî herêmeke ewle ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de dixwazin.
Hîndekarê Zanîngeha Teknîkê ya Qraliyetê Îskan Bîkasha da zanîn ku êrîşa li hemberî Xabûrê parçeyek ji stratejiya DAIŞ'ê ya ji bo avakirina 'Dewleta Îslamî' ye û got, "Ji bo manewiyata kadroyên xwe yên li Kobanê têk çûn xurt bikin, êrîşî gundên Suryaniyan ên li Xabûrê kirin."
Ji çalakgerên greva birçîbûnê Îshak Hanno yê 23 salî jî anî ziman ku ew di jiyana xwe de yekemcar tevlî greva birçîbûnê bûye û xwestiye êrîş û komkujiyên li Xabûr û Til Temirê bixe rojeva raya giştî ya cîhanê.
Lêkolîner-Nivîskar Yûsûf Dîkmen jî anî ziman ku diviyabû gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî ji mêj ve bibûya yek, bi hev re tevbigeriya û got, "Gelê me şaristaniyek ava kir, tevkarî li mirovahiyê kir lê niha bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye. Çeteyên DAIŞ'ê yên dixwazin gelê Asûrî-Suryanî ji holê rake, sûcekî gelekî mezin ê mirovahiyê dikin."