YPÇML: Em Rêberê xwe li xaka şoreşa Rojava bibîr tînin

Yekîneya Propaganda Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst (YPÇML), di salvegera Komkujiya Kizildereyê de Mahîr Çayan û hevalên wî bibîr anî.

Yekîneya Propaganda Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst (YPÇML), di salvegera Komkujiya Kizildereyê de Mahîr Çayan û hevalên wî bibîr anî û got, "Bîranîna Rêber Mahîr Çayan, şerkirin e. Li xaka şoreşa Rojava bi şerkirinê re em Rêberê xwe bibîr tînin. Em bang li gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn dikin; li dijî Emperyalîzm, Siyonîzm û Nokeriyê, di bin ala sor a şoreşgerî ya Partî-Eniyê de bicivin, têbikoş in û bi ser bikevin."

Eniya Şoreşê ya Yekîneya Propaganda Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst (YPÇML), di salvegera 43. a Komkujiya Kizildereyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û Mahîr Çayan û hevalên wî bibîr anî.

Di daxuyaniya Eniya Şoreşê ya YPÇML de ev xal hat destnîşankirin:

"Em hatine vê derê; ne ji bo vegerê ji bo mirinê"!!! Ev, gotinên dawî yên Rêber Mahîr Çayan bûn. Di 30'ê Adara 1972'an de li Kizildereyê manîfestoyeke şer bi vî rengî dihat nivîsandin. Li şûna ku li welatekî di bin serdestiya Emperyalîzma Amerîka de bi koledarî bijî, bi dengekî bilind gotin ku yekane rêya rizgariyê berxwedana çekdarî ye û bi 9 rêhevalên xwe re gihaşt mertebeya nemiran. Ya ku Ew kir ew ne gotinên avzêr bûn. Serpêhatiya ciwantiyê nebû. Têkoşîna wan, rêya wan, rêya şoreşê ya bê navber bû. Bi şiyara Serxwebûn, Demokrasî û Sosyalîzmê ketin ser rê. Di vê rê de teslîmiyet nebû, vîn, bawerî û wêrekî hebû. Li ser vê bingehê Kizildere ne dawî ye, destpêk e. Kizildere, rêya şervanên şoreşa gel a Antî-Emperyalîst Antî-Olîgarşîk e ku li ser bingeha Stratejiya Leşkerî û Şer a Polîtîkbûyî, hatiye rûniştandin.

Kizildere; li dijî Emperyalîzm, Siyonîzm û rejîmên pêlîstokên wan, rêya serketinê ya gelên Rojhilata Navîn e. Kizildere; senteza stratejîk a şoreşgerî ya Yekîneya Leşkerî, Polîtîk û Îdeolojîk e. Kizildere, pênaseya şoreşgeriya rêhevaliya li sîperan e.

Kizildere; banga Tirkiyeya Serbixwe, Kurdistana Azad a Yekbûyî ye. Kizildere; ala sor a Eniya Şoreşa Rojhilata Navîn e. Em weke şervanên YPÇML/ENIYA ŞOREŞÊ dibêjin ku bîranîna Rêber Mahîr Çayan, şerkirin e. Li xaka şoreşa Rojava bi şerkirinê re em Rêberê xwe bibîr tînin. Em bang li gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn dikin; li dijî Emperyalîzm, Siyonîzm û Nokeriyê, di bin ala sor a şoreşgerî ya Partî-Eniyê de bicivin, têbikoş in û bi ser bikevin."