KCD'ê ji bo Patrîk Mar Dînkha sersaxî xwest
KCD'ê da xuyakirin ku mirina Patrîkê Dêra Asûrî ya Rojhilat IV. Mar Dînkha, ji bo gelên Mezopotamyayê windahiyeke girîng e.
KCD'ê da xuyakirin ku mirina Patrîkê Dêra Asûrî ya Rojhilat IV. Mar Dînkha, ji bo gelên Mezopotamyayê windahiyeke girîng e.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) da xuyakirin ku mirina Patrîkê Dêra Asûrî ya Rojhilat IV. Mar Dînkha, ji bo gelên Mezopotamyayê windahiyeke girîng e.
Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle û Endamên Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê, ji ber wefata Patrîkê Dêra Asûrî ya Rojhilat IV. Mar Dînkha peyameke sersaxiyê weşandin.
Di peyamê de hat gotin, "Patrîk Mar Dînkha ku di jiyîn û pêkanîna biratiya navbera gel û baweriyan de xwedî tevkariyeke girîng e, wefata wî ne tenê ji bo gelê Asûrî/Suryanî ji bo tevahiya gelên qedîm ên Mezopotamyayê windahiyeke girîng e. Weke Kongreya Civaka Demokratîk em xemgîniya gelê Asûrî/Suryanî parve dikin û sersaxiyê dixwazin."