Di civîna gel a li Strasbourgê de banga dengan bidin HDP’ê hat kirin. Nivîskar-lêkolîner û rewşenbîrên beşdarî civînê bûn xwestin, ku ji bo mafên Elewî û bindestan û ji bo têkoşîna li dijî AKP û DAIŞ'ê, deng ji HDP'ê re bê dayîn. Endamê Desteya Rêveber a DÎDF’ê Avgan jî diyar kir ku divê karker û kedkar dengên xwe bidin HDP’ê.
Li bajarê Fransa Strasbourgê ji aliyê pêkhateyên HDP’ê ve li Navenda Çanda Elewî ya girêdayî Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê (KYEE), civînek gel pêk hat.
Nivîskar-lêkolîner Erdogan Aydin, endamê Desteya Rêveberiya DÎDF Huseyîn Avgan wek axaftvan beşdarî civînê bûn û ligel vê nûnerên HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Fayik Yagizay, endamê Platforma Aştiyê ya Ewropayê Fevzî Karadenîz, her wiha nûnerên Partîzan, EMEP, MLKP, Ermenî, demokrat û derdorên Kurdistanî beşdar bûn.
SERKETINEK XURT ŞERT E
Di civînê de hat destnîşankirin ku pêkhateyên HDP’ê û aliyên demokratîk, nasnameyên cuda, çep, sosyalîst ên Tirkiyeyê ji bo projeya pêşerojê ya hevbeş ji niha ve bûne yek û ji bo ku vê pêş bixînin di hilbijartinan de serketinek xurt şert e.
Ji bo serketina HDP'ê ji beşdarên civînê hat xwestin, ku mal bi mal bigerin û destekê ji HDP'ê re bixwazin.
AYDIN: DIVÊ NAVNÎŞAN HDP BE
Nivîskar-lêkolîner Erdogan Aydin di axaftina xwe de got: "Ez ne endamê HDP’ê me lê dilê min bêguman li gel HDP’ê ye. Eger hûnê bêjin wê wekhevî çawa pêk bê, çawa li dijî çeteyên hov ên weke DAIŞ’ê û desthilatdariya AKP’ê tê sekinandin, ev navnîşan HDP ye. HDP û rehê Kurd ê di HDP’ê de sekna xwe nîşanî me dane û nîşan didin jî. Divê em vê bibînin û dengên xwe wisa bidin. Kesên ku dibêjin wê pergala serokatiyê ya bi rêbaza Erdogan li serî bibe bela, divê dengên xwe bidin HDP’ê. Eger HDP 65-75 parlamenterî qezenç bike wê hemû hesabên Erdogan xera bibin. Dewletê ti carî guh neda daxwazên Elewiyan. Lê HDP ji bo gelê Elewî bigihêje mafên wekhev, meclis jî têde bêyî şik û guman piştgiriyê dide mafên wekhev ên Elewiyan."
AVGAN: DENGÊ KARKER Û KEDKARAN JI HDP’Ê RE YE
Endamê Desteya Rêveber a DÎDF’ê Huseyîn Avgan jî got: "Eger em bixwazin mafê karker, kedkar, xizan û mazluman bê parastin, divê em dengên xwe bidin HDP’ê." Avgan pêşnûmepirsên ku parlamenterên HDP’ê ji bo kedkaran didin meclîsê jî mînak nîşan da û bang li karker û kedkaran kirin ku dengên xwe bidin HDP’ê.
YAGIZAY: HDP BI AKP’Ê RE TIFAQÊ NAKE
Di civînê de kurê parlamenterekî CHP’ê yê Îzmîrê pirsa ‘Eger HDP bendê derbas bike wê bi AKP’ê tifaqê bike’ pirsî. Nûnerê HDP'ê yê Konseya Ewropayê Fayik Yagizay jî got: "Em bi AKP’ê re tifaqê nakin."
Berdevkê Komîteya Hilbijartinê ya Strasbourgê Huseyîn Hoca jî axivî û got ku her dengek ji bo derbaskirina bendê gelek girîng e.