'Ji bo hesabê AKP'ê xera bikin em li hev civiyan'
Nûnera Platforma 'Em ê Cînayetên Jinê Bisekinînin' a Tirkiyeyê Gulsum Kav got, "HDP ji bo hesabê AKP'ê xera bike dikeve hilbijartinan. Em jî ji bo serketina HDP'ê li hev civiyane."
Nûnera Platforma 'Em ê Cînayetên Jinê Bisekinînin' a Tirkiyeyê Gulsum Kav got, "HDP ji bo hesabê AKP'ê xera bike dikeve hilbijartinan. Em jî ji bo serketina HDP'ê li hev civiyane."
Nûnera Platforma 'Em ê Cînayetên Jinê Bisekinînin' a Tirkiyeyê Gulsum Kav got, "HDP ji bo hesabê AKP'ê xera bike dikeve hilbijartinan. Em jî ji bo serketina HDP'ê li hev civiyane. Divê em li Tirkiye û herêmê rêya aştiyê vekin, ji bo têkoşîna li dijî vê desthilatdariya li hemberî maf û hebûna jinê şer dike, ji bo parastina bajar, xweza û hiqûqa hatiye talankirin, divê em soza xwe ya daye xwişk û birayên xwe yên ciwan ên di vê oxirê de têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane, bicih bînin."
Nivîskar, hunermend, akademîsyen, sendîkavan û siyasetmedarên ji bo piştgirîdayîna HDP'ê metna bangawaziyê weşandin, li Odeya Mîmaran a Karakoy a TMMOB'ê civîneke çapemeniyê lidar dixin. Di civînê de rojnamevan nivîskar Ertûgrûl Mavîoglû, nivîskarê rojnameya Evrenselê Ender Îmrek, ji Piştevaniya Taksîmê mîmar Mucella Yapici, endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk Dr. Huseyîn Demîrdîzen, parêzer Can Atalay, Seroka Giştî ya Partiya Tevgera Kedê Sîbel Ûzûn, endama Desteya Rêveber a Malên Gel Îlknûr Bîrol, ji damezrînerên ODP'ê Dogan Halîs, nûnerên gelek partî û saziyên civakî yên sivîl amade bûn.
Li salona civîn lê hat lidarxistin, pankart û dowîzên bi nivîsên "Yên dibêjin piştevanî dicivin", "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dema piştgirîdayîna HDP'ê ye" hatin daliqandin. Di civîna ku yên di berxwedana Parka Gezî û Komkujiya Kizildereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn de, axaftina vekirinê ji aliyê Nûnera Platforma 'Em ê Cînayetên Jinê Bisekinînin' a Tirkiyeyê Gulsum Kav ve hat kirin.
Kav da xuyakirin ku hilbijartin qadeke girîng a têkoşîna siyasî ye û bibîr xist ku di demeke "Pakêta Ewlekariya Hundir" û nîqaşên li ser sîstema Serokatiyê de ev hilbijartin pêk tên û got, "Di nava van şert û mercên ku rewşa welêt bi vî rengî ye de, nêzîkatiyeke xemsar a li hilbijartinan ne pêkane."
Kav diyar kir ku li Tirkiyeyê çarenûsa mafên bindest û kedkaran yek e û got, "Bi berpirsyariyeke bi vî rengî, HDP ji bo hesabê AKP'ê xera bike dikeve hilbijartinan. Em jî ji bo serketina HDP'ê li hev civiyane. Divê em li Tirkiye û herêmê rêya aştiyê vekin, ji bo têkoşîna li dijî vê desthilatdariya li hemberî maf û hebûna jinê şer dike, ji bo parastina bajar, xweza û hiqûqa hatiye talankirin, divê em soza xwe ya daye xwişk û birayên xwe yên ciwan ên di vê oxirê de têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane, bicih bînin."
'DI PÊVAJOYA 7'Ê HEZÎRANÊ Û YA PIŞTÎ WÊ DE JÎ EM HENE'
Ji damezrînerên ODP'ê Dogan Halîs jî bal kişand ser rewşa heyî ya siyasî ya li Tirkiyeyê û ragihand ku Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Halîs got, "Xala em tê de ne xaleke girîng e. Çep a Tirk derbasî merheleyeke nû. Divê deriyê ku tevgera azadiyê ya Kurd vekiriye weke vexwendinekê were fêmkirin, bersiv ji vê bangê re were dayîn û ev bang were mezinkirin. Piştî 8'ê Hezîranê jî em ê di rewşeke bi avantaj de bin. Di pêvajoya 7'ê Hezîranê û ya piştî wê de jî em hene."
'BI QELSKIRINA AKP'Ê EM ÎNSIYATÎFÊ WERDIGIRIN'
Gurcuyê ji Artvînê Hasan Akan jî li civînê mafê axaftinê girt û anî ziman ku ew ê Partiya Gurcu ava bikin û heta hilbijartinên 7'ê Hezîranê jî bi hemû hêza xwe destekê bidin HDP'ê.
Parêzer Can Atalay dûre pevivî, bal kişand ser mûxalefeta civakî ya li Tirkiyeyê û got, "Li dijî rejîma Erdogan a ku xwe weke vîna damezrîner a Tirkiyeya nû bi îdîaya şefê milet dide nîşan dan, meyla berxwedana esasî di nava tevahiya civakê de tê dîtin. Berpirsyariyeke dîrokî ye ku sosyalîst, ji bo qelskirina AKP'ê di asta demokrasiyê de, yanî qelskirina di sindoqan de, divê însiyatîfê werbigirin."
Atalay bal kişand ser girîngiya vîneke hevpar û kolektîf di hilbijartinan de û got, "Ev yek pêwîstî û berpirsyariya berjewendiyên dîrokî yên çîna karker e. Ji bo qeslkirina dîktatoriya olî ya neolîberal, çi pêwîst be divê were kirin û ev yek berpirsyariya me ye. Ji bo qelskirina AKP'ê em însiyatîfeke girîng digirin ser milê xwe. Ji îro û pê ve navê îmzekaran ne girîng e. Ji îro û pê ve divê em vîneke hevpar a kolaktîf nîşan bidin."
'JI BILÎ HDP'Ê TU ALTERNATÎF NÎNE'
Nivîskar Gun Zîlelî ya di civînê de axivî diyar kir ku ji bo paşdexistina dîktatoriya AKP’ê yekîtî pêwîst e û got, "Ji bo Erdogan negihêje armanca xwe ya 400 parlamenterî divê em piştgiriyê bidin HDP’ê." Welatiyê bi navê Îsmet Aktaş jî anî ziman ku hikûmeta AKP’ê bi berxwedana Parka Gezî û serketina Kobanê re rastî hejandineke mezin hatiye û wiha axivî: "AKP’ya tevî gaz, cop û zextan li kolanan zehmetiyan dijî ji bo di sindoqan de jî bê paşdexistin eger yekane altrnatîf HDP ne ez nîqaşeke cudatir bê wate dibînım.”
Sedat Yilmaz jî got, "Hilweşandina bendê ne tenê pirsgirêka tevgera Kurd pirsgirêka sosyalîstan e jî.”
Herî dawî endamê Yekîtiya Tabînên Tirkiye Dr. Erîş Bîlaloglu jî got ku wê xebat bi awayekî ji HDP’ê serbixwe lê ji bo piştgiriya HDP’ê wê bê kirin.