‘Bila dîroka veşartî ya komkujiya Kizildereyê bê aşkerakirin’

Hewldana 78’an û hêzên demorasiyê bi minasebeta 43. salvegera komkujiya Kizildere ya di 30'ê adara 1972'an de pêk hatî li Qada Galatasarayê daxuyanî dan û Mahîr Çayan û hevalên wî bibîr anîn.

Hewldana 78’an û hêzên demorasiyê bi minasebeta 43. salvegera komkujiya Kizildere ya di 30'ê adara 1972'an de pêk hatî li Qada Galatasarayê daxuyanî dan û Mahîr Çayan û hevalên wî bibîr anîn. Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku bila dîroka veşarî ya komkujiya Kizildereyê bê aşkerakirin.

Hewildana 78'an, HDP, EHP, EMEP û ÎHD'ê bi minasebeta 43. salvegera komkujiya Kizildere a di 30'ê adara 1972'an de pêk hatî li Qada Galatasarayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyê Mahîr Çayan û hevalên wî li ser a "Em Komkujiya Kizildere ji bîrnakin" vekriin û dirûşmeyên "Em komkujiya Kizilder ji bîrnakin û nadin jibîrkirin" hatin berzkirin. Di çalakiyê de ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan rêzgirtin pêk hat.

 Li ser navê saziyan Endamê Hewildana 78'an Yunus Bîrcan daxuyanî xwend û diyar kir ku Saffet Alp, Mahîr Çayan, Cîhan Alptekîn û Omer Ayna jî di nav de 10 şoreşger li Kizildere ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin û hêj komkujî nehatiye zelalkirin. Bîrcan anî ziman ku di salên 1960 û 70'an de li Tirkiyeyê têkoşîna serxwebûn, sosyalîzm, demokrasî û azadiyê bilind bû û vê têkoşînê qedera berxedana Girtîgeha Amedê ya sala 1980'an diyar kir. Bîrcan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê dîroka veşarî ya Kizildereyê bê ronîkirin û got ew Kizildereyê jibîr nakin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.