Li Îzmîrê ji bo lîseya bazirganiyê çalakî

Li Îzmîrê hewldanên tasfiyekirina lîseya bazirganiyê hat protestokirin. Di çalakiyê de hat gotin ku biryareke ku bandora neyînî li ser xwendekar û mamsoteyan dike, hatiye girtinê û daxwaz hatin rêzkirin.

Li Îzmîrê hewldanên tasfiyekirina lîseya bazirganiyê hat protestokirin. Di çalakiyê de hat gotin biryareke ku bandora neyênî li ser xwendekar û mamosteyan dike, hatiye girtin û daxwaz hatin rêzkirin.

Mamostên Lîseya Mevlana ya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya navçeya Buca ya Îzmîrê û nûnerên sendîkayê, bi armanca bertek nîşanî daxistina kontenjana xwendekarên dibistanê û rakirina mafê bernameyên lîseya bazirganiyê ya xwendekaran, bidin li ber dibistanê daxuyaniyek dan.

Mamsoteyên Egîtîm-Senê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de hat gotin ku kêmkirina hejmara xwendekaran, tê wateya gav bi gav dibistanên bazirganiyê tên biçûkkirin û tasfiyekirin.