Ciwanê ku endamê Young Struggle yê ji Almanyayê ket rê ji bo tevlî Navenda Tenduristiya Kobanê ya bi organîzasyona ICOR’ê tê çêkirin ji balafirê hat daxistin û hat binçavkirin.
Xebatên ji nû ve avakirina bajarê Kobanê ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê rastî wêranek mezin hat polîsên Alman aciz kir. Ciwanê endamê Young Struggle yê ji bo tevlî navenda tenduristiyê ya tê plankirin li Kobanê ji aliyê Koordînasyona Partî û Rêxistinên Şoreşger ên Navneteweyî (ICOR)’ê bê çêkirin li balafirgehê ji balafirê tê daxistin û tê binçavkirin
Polîsan wêneyê şervana Alman Ivana Hoffman a li Rojava li hemberî DAIŞ’ê şer kir û tevlî karwanên nemiran bû nîşanî Sofie K. dan û îfadeyên weke, “Wê dawiya te jî wekî vê be ti jî dixwazî binax bibî” bikar anîn.
Young Struggle a endamê wan hat binçavkirin der barê binçavkirina endamê xwe de gotin, “Dewletên Ewropayê û DYA dema bi şiklî şerê xwe yê li hemberî DAIŞ’ê dikin li milê din jî dilxwazên ji bo avakirina nexweşxaneyê diçin Kobanê rastî pêkanînên zextî yên bi vî awayî hiştin jî careke din hemû rastiyan radixe ber çavan.”