Li ser bihevrebûna mirovê Homo Sapiens û Neandertal tespîta girîng

Lêkolîneke nû ya têkildarî ku mirovê îroyîn Homo Sapîens û Neandertalleriyan zarok çêkirine, hat weşandin. Li gorî lêkolînê 'kalê mezin' ê Homo Sapîens yê berî 40 hezar salî jiyaye, Neandertal e.

Lêkolîneke nû ya têkildarî ku mirovê îroyîn Homo Sapîens û Neandertalleriyan zarok çêkirine, hat weşandin.  Li gorî lêkolînê 'kalê mezin' ê Homo Sapîens yê berî 40 hezar salî jiyaye, Neandertal e. 

Di encama lêkolîna zanistên Harvard Medical School de, hat tespîtkirin ku hestiyê çenga mirovê îroyîn Homo Sapîens yê li Romanyayê hatiye dîtin, bi mirovê Neandertal re nêzî hev e. Li gorî vê mirovê ku tê texmînkirin di navbera 37 hezar û 42 hezar berî de hatiye jiyîn, kalê wan yê 4- 6 nifş berê Neandertal bû ye.

Di encama lêkolîna hatiye kirin de  hestiyê çengê yê li şikefta Oase hatiye dîtin aydê Homo Sapîense û DNA’ya wan ji sedî 6 û 9 bi ya Neardertal re hemane. Ev jî li gorî mirovê îroyîn gelek zêde ye.

Pisporê enstîtuya Max-Planck, Svante Paabo diyar kir ku lêkolînê ji bo wan encamên balkêş derxistiye holê û got yekem car bi Homo Sapîensekî ku evqas nêzî Neandertale re hatine rû hev.

Homo Sapîens yê tê texmînkirin ku herî kêm 37 hezar sal berê jiyaye, hestiyê çenga wan di 2002’an de li şikefteke başûrê rojavayê Romanyayê hat dîtin.

Tê texmînkirin ku Homo Sapîens ji Afrîkayê derketiye û li cemserê Asya, Ewropa û yên din belav bûye û yekem car li Rojhilata Navîn bi Neandertal re hatiye rû hev. Bi lêkolîna dawî re derket holê ku Homo Sapîens di dîrokeke kevntir de mirovê Neandertal li Ewropayê nas kiriye.