Seroka AKPM’ê: Divê Tirkiye polîtîkaya Sûriyeyê nû bike

Seroka AKPM’ê Brasseur bertekên tund nîşanî polîtîkaya AKP’ê ya Sûriyeyê da û got divê bi hevkarî mudaxaleyî DAIŞ’ê bê kirin.

Seroka AKPM’ê Brasseur bertekên tund nîşanî polîtîkaya AKP’ê ya Sûriyeyê da û got divê bi hevkarî mudaxaleyî DAIŞ’ê bê kirin.

Seroka Meclîs Parlamenterên Konseya Ewropayê (AKPM) Anne Brassur diyar kir ku polîtîkaya AKP’ê ya Sûriyeyê gelek tevlîhev e. Brasseur da zanîn ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de divê bi nêzîkatiyeke global têkoşîn bê meşandin û wiha berdewam kir: “Di vê çarçoveyê de di polîtîkaya nû ya Sûriyeyê ya Tirkiyeyê de hewcedarî bi nêzîkatiyek nû heye. Ji bo avabûna hikûmeteke nû koalîsyona bê avakirin divê mijarê de girîng e. Di siyaseta Tirkiyeyê de avakirina koalîsyonê zêde nîne. Li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên bên çareserkirin hene.”

DERBASKIRINA BENDÊ GIRÎNGE

Brasseur da xuyakirin ku derbaskirina bendê ya HDP’ê gelek girînge û got benda ji sedî 10 ne adîlane ye û divê bê daxistin. Brasseur got divê Ewropa û YE alîkariyê bide 2 mîlyon penaberên li Tirkiyeyê.