Polîsan meşa Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî asteng kir
Endamên Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî, ji bo nelirêtî û komkujiyên karkeran ên di dema desthilatdariya AKP’ê de pêk hatine şermezar bikin û hesab bipirsin ji Tûnelê heta Taksîmê xwestin bimeşin.
Endamên Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî, ji bo nelirêtî û komkujiyên karkeran ên di dema desthilatdariya AKP’ê de pêk hatine şermezar bikin û hesab bipirsin ji Tûnelê heta Taksîmê xwestin bimeşin.
Endamên Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî, ji bo nelirêtî û komkujiyên karkeran ên di dema desthilatdariya AKP’ê de pêk hatine şermezar bikin û hesab bipirsin ji Tûnelê heta Taksîmê xwestin bimeşin. Polîsên ku pêşiya girseyê bi TOMA û bendan qut kirin destûr nedan meşê.
Girseya ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, demekê di dorpêça polîsan de çalakiya rûniştê pêkanîn. Polîsan paşê bi gaz û guleyên plastîk êrîşî girseyê kir. Polîsan nehiştin rojnamevan jî karê xwe bikin.
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî û Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş li hember pêkanînên polîsan nerazîbûn nîşan da. Taş anî ziman ku polîs û waliyên destûr didin olperest di nîvê Stenbolê de xwepêşandanan li dar bixin nahêlin gel mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Taş bang li her kesî kir careke din saet 17.00’an li ber Lîseya Galatasaray kom bibin. Kom paşê belav bû.