Rêxistinên Elewiyan, bi boneya 22'emîn salvegera komkujiya Madimakê şermezar bikin û 33 rewşenbirên hatin qetilkirin bibîr bînin, wê 28'ê Hezîranê li Kadikoyê mîtîngê pêk bînin. Ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê hat kirin.
Hevparên Federasyona Bektaşî û Elewiyan (ABF) û Şaxên Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD), bi boneya 22'emîn salvegera Komkujiya Madimakê şermezar bikin û 33 rewşenbirên hatin qetilkirin bibîr bînin, wê 28'ê Hezîranê mîtîngê pêk bînin. Saziyên Elewiyan têkildarî mîtîngê li Salona Şaredariya Kadikoyê civîn pêk anîn. Li salonê pankarta wêne û nivîsa "Me komkujiya 2'ê Tîrmeha 1993'an a Sêwasê ji bîr nekir!" li ser hatibû nivîsandin vekirin. Li ser navê komê Serokê Federasyona Elewî Bektaşiyan Bakî Duzgun, daxuyanî da û bang li her kesî kir ku tevlî mîtîngê bibin. Mîtîng wê bi tevlîbûna nûnerên HDP, HDK, EMEP, ODP, KESK, DÎSK'ê 28'ê Hezîranê saeti 13.30'an li Parka Mehmet Ayvalitaşê bi meşê pêk bê.